ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2022
9 îlon, 2022   23:00

-Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin û Kongra Star a ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi banga girtina qada hewayî ya herêmê, di roja 30'î de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Raxib Samir Bereş li goristana şehîdan oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şehîd Ebas El Mitêran li goristana Şehîd Iqab El Eswed a li Til Koçerê vedişêrin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên Girkê Legê meşekê li dar dixin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Awaya radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan, çîroka radestkirina cenazeyê Şoreş Samuray  ya berî 10 salan tîne bîra mirov, ku ew jî di sindoqeke 10 santîmetre de ji bo malbata wî hat radestkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê, Tevgera Ciwanên Şoreşger aSûriyê ya herêma Efrînê dest bi tedbîrgirtinên ji bo têkbirina van êrişan kir û bi sedan kes li ser bikaranîna çekan perwerde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên saziyên sivîl ên gundewarê Dêrazorê destnîşan kirin ku ew ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka QSD’ê bin û gotin: "QSD'ê nûnertiya me dike.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, Sewsen Şoman diyar kir ku dewleta Tirk destûra xwe û qanûnên navneteweyî yên ku mafên girtiyên siyasî diparêzin, bin pê dike û got: Dewleta Tirk ji fikrê azad ê rêbertî ditirse, ji ber vê yekê wî ji mafê hêviyê pê kar hiştiye." (BI WÊNE).

- Axaftin li ser lihevanîna muhtemel di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de dewam dikin, bêyî ku tu pêşketin çêbibin. Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê diyar kir ku hewldanên Rûsya yên lihevanîna herdu aliyan rastî dosyayên bi girêk û gelek keleman tên. (BI WÊNE).

- Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê bang li PDK'ê kir ku bûyera li Xelîfanê zelal bike da ku rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê werin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevalên şehîd Cesûr Xebat û Udey Cinêydiye da zanîn ku wê tola hevalên xwe hildin û gotin: “Em ê li hember fikrê DAIŞ yê tundraw ku kampa Holê wekî dewleteke biçûk ji xwe re bikartînin şer bikin û vê terorê têk bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yasir Silêman destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên pêkhateyên gelê Sûriyê ye û got: “Ev proje ji bo rêxistinkirina jiyana siyasî, aborî û civakî hat damezirandin û karîbû tevî zehmetiyan tiştekî li ser erdê jî pêk bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

-Pispor û lêkolînerên Ereb diyar kir ku timayên dewleta Tirk ên li herêmê tevî hewldanên wê yên lihevkirina bi hikumetên herêmê re, dewam dikin û li hember vê yekê hevbendiya erebî-kurdî dê tevahiya herêmê biparêze.

ANALÎZ

- Dîsa di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de gelek tişt hatin gotin. Daxwaz û hêvî hatin rêzkirin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha, demeke bi qasî temenê mirovekî derbas nebûye.

ANHA