​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê li rojavayê Derayê bi ser malan de girt

Hêzên hikumeta Şamê li gundewarên rojavayê Derayê girtin ser malan, di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê li rojavayê Derayê bi ser malan de girt
25 tebax, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê dewriyeke hevbeş a hêzên hikumeta Şamê bi ser malên li taxên başûrê bajarê Newa yê li rojavayê Derayê de girt, bi wê re endamekê dewriyeyê gule avêtin û gelek welatî birîndar bûn.

Piştî kêmî 48 saetan ji hewldana sûîqastkirina welatiyekî li bajêr, ev yek pêk hat. Di 23´yê Tebaxê de welatiyekî ku bi tu aliyekî leşkerî ve ne girêdayî ye, ji ber guleyên nenasan li taxa rojava ya Newa ya li rojavayê Derayê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Di 21'ê Tebaxê de jî, di encama gulebarana çekdarên nenas de, fermandarekî berê yê hêzên leşkerî yên girêdayî çekdarên xwecih, li pêş mala xwe ya li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê hate kuştin.

Ew fermandarê hatiye kuştin di 2018´an de bi hêzên hikumeta Şamê re ‘lihevhatin’ pêk anîbû.

(hs)