Rêveberiya Kampa Holê: Ji bo rêgirtina li DAIŞ`ê pêdiviyeke lezgîn û girîng bi operasyona paqijkirinê heye

Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ye û got, “Wekî ku li derveyê kampê ne tevdigerin, xwe bi rêxistin dikin û civînên xwe li dar dixin. Lewma, ji bo rêgirtina li wan pêdiviyeke lezgîn heye ku operasyonek paqijkirinê li kampê pêk were.”

Rêveberiya Kampa Holê: Ji bo rêgirtina li DAIŞ`ê pêdiviyeke lezgîn û girîng bi operasyona paqijkirinê heye
25 tebax, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR-CÎHAN BÎLGÎN

Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li xetertirîn kampên cîhanê sûcên qetilkirinê jî zêde bûn. Bi vê yekê metirsiyên cidî hene ku careke din çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bi tevger bibin û ji Kampa Holê dest pê bikin.

Li kampê van şaneyan bi awayekî hovane sûcên qetilkirinê pêk anîn, kesê ku dikin hedefê dixeniqînin, an demançeya bêdeng bi kar tînin, serjê dikin yan jî recim dikin.

Kampa Holê ji xetertirîn kampên li cîhanê ye, tê de 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar 816 iraqî ne, 18 hezar û 483 kes sûrî ne û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞ`î ne.

Rêveberiya Kampa Holê di 15`ê Tebaxa 2022`an de hişyarî da ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ`ê yên li kampê li benda derfetekê ne ku careke din xwe zindî bikin û ger Tirkiyê êrişî herêmê bike ew ê ji DAIŞ`ê re bibe derfet ku careke din derkeve holê."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD, YPG/YPJ`ê di 28`ê Adara 2021`an dest bi “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” kiribû. Operasyon ji bo bidawîkirina şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê û misogerkirina ewlehiya welatiyan hat ragihandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4`ê Nîsana 2021`an qonaxa yekemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' bi dawî kir û tekez kir ku wan 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtine ku 20 ji wan serçeteyên DAIŞ`ê bûn.

ZÊDEBÛNA TEVGERA ŞANEYÊN DAIŞÊ GIRÊDAYÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BÛ

Endama rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan anî ziman ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Kampa Holê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bû û got: “Têkildarî tevgerên şaneyên DAIŞ`ê rêveberiya Kampa Holê daxuyaniyek da. Zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê girêdayî operasyona leşkerî ya Tirkiyê bû ku propagandaya wê dihat kirin.”

Cîhan anî ziman ku daxuyaniya wan ji bo hemû dewletên têkildarî dosyaya Holê û welatiyên wan li kampê hene bû, ku destwerdanê bikin û dawî li tevgera şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê bînin, ji ber ku bandoreke neyinî li tevahiya niştecihên kampê dike.

DAIŞ LI KAMPÊ HÎNA BI DAWÎ NEBÛYE

Cîhan destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ`ê li kampê zêde bi tevger bûne, nemaze di demên dawîn de ku ev jî bandorê li niştecihên kampê û bi taybet li rewşa xizmetguzariyê dike û wiha dewam kir: "Wek ku li derveyî kampê bin tevdigerin, mîna berê xwe bi rêxistin dikin. Lewma, mirov nikare bêje DAIŞ`ê li kampê bi dawî bûye. Ew hîna heye û tevger, kiryar û civînên xwe dewam dike. Ev jî tirseke mezin di nava niştecihên kampê de çêdike."

PÊDIVIYEKE LEZGÎN BI OPERASYONA PAQIJKIRINÊ HEYE

Cîhan daxuyand ku pêdiviyeke lezgîn û girîng heye ku operasyoneke leşkerî yan operasyoneke paqijkirinê li Kampê were destpêkirin da ku dawî li tevgera DAIŞ`ê li kampê were. Cîhan her wiha bal kişand ser zêdebûna bûyerên kuştinê û hebûna çekan li kampê ku gefeke yekser li niştecih û xebatkarên kampê çêdike.

Cîhan bang li aliyên navneteweyî yên aktîv kir ku çareyeke guncaw û çarenûsî ji dosyaya Kampa Holê re bibînin.

DIBE KU DI HER KÊLIYÊ DE BITEQE

Cîhan tekez kir ku kamp gefeke mezin li şêniyên herêmê çêdike û got: “Dibe ku rewşa li vir di her kêliyekê de biteqe. Nikare wekî girtiyekî leşkerî yan leşkeran nêzî vê kampê were kirin. Lê belê li ser esasê ku sivîlên bêguneh li vir hene, em tevgerdigerin. Eger tişteke li kampê rû bide, dê rewş trajîk be.”

(eh)

ANHA