Rojnameyên erebî: Dadgehkirina berpirsê Komkujiya Yermûkê dest pê kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî darizandina berpirsê Komkujiya Yermûkê, têkiliyên Tirkiyê-Rûsyayê û aloziya Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dadgehkirina berpirsê Komkujiya Yermûkê dest pê kir
25 tebax, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎRO LI BERLÎNÊ BERPIRSÊ KOMKUJIYA YERMÛKÊ TÊ DARIZANDIN

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Pêncşemê li Amlanyayê sêyemîn dadgehkirina ji bo hesabxwestina ji sûcdarên girêdayî rejîma Sûriyê li ser sûcên ku ji sala 2011`an de pêk anîne, tê lidaxistin.

Li Dadgeha Herêmî ya Berlînê dadgehkirina bersûcê bi navê Miwefeq D. pêk tê, ku berpirsê milîsên “Fîlistîn Hura” ya girêdayî rejîma Sûriyê bû û berpirsê komkujiyên li Kampa Yermûk a Filîstînê ya li başûrê paytexta Sûriye Şamê ye.

Parêzerê ji Sûriyê Enwer El Bunî ku dê şahidê yekemîn ê dadgehkirinê be, dibêje ku ji bilî Tawana sereke dê tawanên din hebin, ji wan binçavkirin, îşkencekirin û destdirêjiyên cinsî. El Bunî her wiha da zanîn ku bersûc Miwefeq D. ji wan kesan bû ku 3 salan Kampa Yermûk dropêç kirin û niştecihên kampê birçî hiştin.

Miwefeq ku di 2017`an de gihaşt Almanya, di Tebaxa 2021`an de hat binçavkirin. Ji wê demê vet ê ragirtin û li benda dadgehkirinê ye. El Bunî destnîşan kir ku polîsan li ser şahidiya 12 kesên ku ew nas kirine, Miwefeq binçav kir.

Şahidiyên wan kesan bi raporên hiqûqî û mirovî yên ku ew komkujî tomar kirine, hatin belgekirin. Kampa Yermûk mezintirîn kampên penaberên Filîstînê li Sûriyê bû û ji 2013 heta 2018`an ji aliyê artêşa Sûriyê û milîsên girêdayî wê ve hat dorpêçkirin.

Miwefeq bersûcê sêyemîn ji nava berpirsên sûcên rejîmê Sûriyê ye ku li Almanya tê darizandin. Beriya wî jî li dadgeheke Almanyayê li bajarê Koblenz li efserê berê yê Sûriyê Enwer Reslan cezayê girtinê heta hetayê birî, ku berpirsê beşê lêpirsînan ê girtîgehaeke girêdayî îstixbarata hewayî ya Şam bû. Beriya wî jî endamekî artêşa Sûriyê Iyad El Xerîb ku destê wî di sûcên dermirovî de hebû hatibû darizandin û ji 4 heta 6 salan cezayê girtinê lê hatibû birîn.”

'NÊZÎKBÛNA BI RÛSYA RE, TIRKIYÊ BI CEZAYÊN ABORÎ YÊN AMERÎKAYÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLE'

Têkildarî kar û barên Tirkiyê rojnameya El Ereb ev nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan hewl dide şerê Ukraynayê bi kar bîne da ku li ser hesabê hevkarên xwe  yên ewropî yên di NATO`yê de qezencên aborî û siyasî bi dest bixe. Lê ev hewldanên wî xeteriya ku rewşa welatê wî hîna xirabtir bibe, bi xwe re tîne.

Berjewendiyan lihevkirin û têkiliyên di navbera Tirkiyê-Rûsya de yên der barê aloziya Sûriyê û Ukraynayê de xurttir kir, ku welatên rojavayî bi fikar li vê yekê dinerin û ger Erdogan "xapandina" hevkarên xwe yên NATO`yê dewam bike, ew ji bo dan û standina pê re xwe amade dikin.

Têkildarî bikaranîna hikumetê û şîrketên rûsî-tirkî fikarên Washingtonê yên der barê cezayên aborî û bazirganiyê yên Ewropa ferz kirine, zêde dibin. Erdogan û hempîşeyê xwe yê rûsî Vladimîr Pûtîn di civîna li Soçî ya di vê mehê de li dar ketiye, li ser xurtkirina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de li hev kirin."

Şîrovekar dibînin ku Tirkiye di serdema Erdogan de êdî xeteriyê li ser hevgirtina NATO`yê çêdike. Ji lew re, pêwîstî hatiye dîtin ku bi rengekî hişk nêzî wê yekê bibin, ji ferzkirina cezayan bigire û heta bidawîkirina endametiya wê ya NATO`yê di dawiya dawî de.”

ÇAVKANIYÊN JI LÎBYAYÊ: JI BO RÊGIRTINA ŞEREKÎ LI TERABLUSÊ TEVGEREK NAVXWEYÎ Û DERVE HEYE

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El Beyan wiha got: "Çavkaniyên xwedî agahî ji Lîbyayê ji rojnameyê re tekez kirin ku aliyên navxweyî û derve bi awayekî xurt tevdigerin da ku rê li şerekî di navbera komên çekdar yên li Terablus û bajarên beravên rojavayê welat de bigirin, yên ku alîgirên her du hikumetên li welat in.

Çavkaniyan diyar kir ku li Terablusê metirsî hene ku di her kêliyê de şer derkeve û got ku her aliyek aliyê din wekî berpirsiyar dibîne, ku ev yek jî peydakirina çareseriyê zehmet dike. Nemaze ku her yek ji her du hikumetên hevrik bingehekê ji bo îdiayên xwe yên bidestxistina rewatiyê, ava dike.

Li gorî çavkaniyan, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û aliyên herêmî û navneteweyî peywendiyên xwe ligel hemû aliyan berdewam dikin da ku wan ji berdewamiya şandina sînyalên vegera tundûtûjiyê dûr bixin. Lê belê, rewş nîşaneya metirsiyên cidî derdixe holê ji ber ku her biryareke şer dibe ku ji milîs û serkirdeyên şer were, ne ji hêzên siyasî wekî ku hin kes texmîn dikin.