Herêmên dagirkirî bûne navendên terorê

Hedefkirina serçeteê DAIŞ û komên çete li herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirina têkiliya xurt a DAIŞ û Tirkiyê îsbat dike. Lêkolînerekî komên îslamî diyar kir ku tunekirina DAIŞ'ê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê ve girêdayî ye.

Herêmên dagirkirî bûne navendên terorê
23 tîrmeh, 2022   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

12'ê Tîrmehê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku serçeteyê DAIŞ'ê Mahir El-Egal di operasyoneke hewayî de li nêzî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku El-Egal dema ku li ser motorsîklêtê xwe bû, di operasyonê ya bi balafireke bê mirov a bi çek a Amerîkayê de hatin kuştin. Di operasyonê de alîkarê wî jî ku bi giranî birîndar bibû, hat kuştin.

MAHIR EL-EGAL KÎ YE?

Mahir El-Egal yek ji 5 serçeteyên mezin ên DAIŞ'ê yên li Sûriyê ye, ji navçeya Silûkê ya Girê Spî yê dagirkirî ye.  El-Egal ku waliyê DAIŞ ê Şamê bû, di rêza 4'emîn a mezintirîn çeteyên DAIŞ'ê de bû. Malbata wî jî DAIŞ'î ye ku di êrişa li ser Kobanê ya 2014'an de cih girt. Malbata wî bi belge û îmkanên ku dewleta Tirk pêşkêşî wan kir, niha li Bab û Efrîna dagirkirî ne.

Li gorî raporan, El-Egal ku êrişî baregeha ewlehiyê ya hikumta Şamê ya li herêma Silûkê kiribû, ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin û bi komeke ji endamên malbata xwe di girtîgeha Seydnayayê de hatin girtin.

Dema girtina wî ya li Seyd Nayayê, El-Egal bi komeke bi "Rêxistina El-Qaîde" re hevdîtin kir û bi hev re planan vegera li çalakiyên terorê danîn. Piştî ji girtîgehê derdikeve xebata xwe bi komên çete re didomîne. Tev li "Cebhet El-Nusra" dibe û di sala 2013'an de tev li DAIŞ'ê dibe.

KOMKUJÎ PÊK ANÎN

Navê Mahir El-Egal di lîsteya rêxistinên terorîst a cîhanê de ye û di lîsteyên dadgehên Tirkiyê de wekî "berpirsê qetlîaman" hatiye tomarkirin. Lê bi salan bi hêsanî li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jiya.

El-Egal fermana komkujiya Pirsûsê da û plana wî danî. Ev yek di lîsteyên dadgehên Tirkiyê de hatiye tomarkirin.

Pismanê Mahir El-Egal, Silêman El-Egal ku yek ji berpirsên komkujiyê ye, li ser pismanê xwe got, dema teqîna Pirsûsê, pismanê wî Mahir emîrê sînor bû û wî ferman da ku teqîn pêk were, bombe peyda kir û sînor derbas kir.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê di 12'ê Çileya 2021'an de ragihand ku Silêman El-Egal bi Ebû Baraa an Mahir El-Egal re plana gelekên êrişên xwekujî mîna Pirsûs û "Sultan Ehmed'' danî.

Beriya ku Mahir El-Egal were kuştin, birayê wê Fayîz El-Egal Hezîrana 2020'î, di operasyoneke Koalîsyona Navneteweyî de li bajarê Babê yê dagirkirî hat kuştin. Fayîz El-Egal jî di rêvebirina kar û barên DAIŞ'ê de cihekî girîng digirt.

'HERÊMÊN EWLE' JI BO DAIŞ Û KOMÊN ÇETE EWLE NE

Ya balkêş ev e ku piraniya serçeteyên DAIŞ û yên rêxistinên terorîst li herêmên dagirkirî hatin hedefkirin. Ev yek gelek pirsan derbarê hebûna wan li wan herêman de derdixîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji dema kuştina serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî ve di Payîza 2019'an de hejmara çeteyên DAIŞ û komên terorîst ên ku di derbeyên hewayî de li herêmên dagirkirî hatine kuştin gihişt 48 çeteyan ku ji nasnameyên sûrî û yên ne sûrî ne. Hin ji wan serçeteyên DAIŞ, ''Rêxistina Huras El-Dîn" û "El-Qaîde" ne.

Li ser mijarê, lêkolînerê komên îslamî Mistefa Emîn anî ziman ku hedefgirtina Mahir El-Egal û gelek lêderên DAIŞ'ê li herêmên dagirkirî gelek delîlên girîng bi xwe re tîne, ev delîl îsbat dikin ku herêmên ji aliyê artêşa û çeteyên wê  ve hatine dagirkirin ji endamên DAIŞ'ê re cihên ewle ne. Mistefa Emîn destnîşan kir ku sedema vê yekê alozî û tundrawiya li wan herêman e ku çeteyên desteka xwe ji dagirkeriya Tirk digirin pêk tînin û dewleta Tirk çavê xwe lê girtine, ev yek jî dihêle ku çeteyên DAIŞ'ê şaneyên xwe yên veşartî çalak bikin û çeteyên nû tev li nav xwe bikin.

Emîn îşaret pê kir ku sedema çalakbûna DAIŞ li wan herêman hebûna dagirkeriya Tirk e û wiha domand: "Ew herêm derveyî serweriya QSD û hêzên rejîma Sûriyê ne. Her du hêz cûreyek ji cûreyên kontrokirina ewlehiyê ava dikin. Lê ev yek li herêmên di bin serweirya dagirkeriya Tirk de tune ye. Rejîma Tirk dixwaze herêmê di rewşeke aloz de bihêle da ku hebûna xwe li wir biparêze."

TÊKILIYÊN TIRKIYÊ Û DAIŞ

Belavbûna bi lez a çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Sûriyê û Iraqê gelek pirsan li ser aliyên ku destekê didin wê derdixîne holê. Bi demê re têkiliyên xurt ên DAIŞ û Tirkiyê eşkere bûn. Di navbera herdu aliyan de têkiliyên xurt ên aborî û bazirganî bi taybet di aliyê petrolê de çêbûn. Gihişt asta ku saziyên ragihandinê yên cîhanê navê wezîrê petrolê yê DAIŞ'ê li kurdê Erdogan, Bîlal bikin.

Malpera Nordic Monitor a swêdî du rapor belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku Ajansa Îstixbarata Leşkerî ya Amerîkayê di raporeke veşartî de ku di Hezîrana 2016'an de weşandiye,  ragihand ku Tirkiyê û Qeterê piştgiriya Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê kirine.

Belgeyê koordîneya di navbera îstîxbarata Tirk û komên tundraw ên li Sûriyê, bi taybet DAIŞ û Cebhet El-Nusra eşkere kirin.

Ev belge rapora berê ya îstîxbarata Hollandayê piştrast dike ku çeteyên DAIŞ'ê xaka Sûriyê wekî baregeheke stratejîk a perwerdekirina çeteyan û derbaskirina bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê ji bo Sûriyê û Ewropayê bi kar tîne.

Ji detayên ku di raporê de hatine eşkerekirin; endamên îstîxbarata Tirk bi awayekî asayî bi çeteyên DAIŞ'ê re dicivin û perespektîvên Erdogan ji DAIŞ'ê re têne parvekirin.

Malpera Nordic Monitor a swêdî di Gulana 2019'an de, belgeyên îstîxbaratî yên veşartî eşkere kiribûn. Di nav wan de desthilata Tirkiyê piraniya çeteyên biyanî yên ku di navbera salên 2014 û 2016'an de li Tirkiyê bi tawana çalakiyên "terorîstî" hatibûn girtin, berdan.

Di belgeyê de daneyên veşartî hatin eşkerekirin. Ji wan; dadeghên Tirkiyê tenê 224 kes ceza kirine an ku ji sedî 37 ji hejmara giştî  ya girtiyan ku 607 girtî ne. Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek eşkere kir.

Kovara Der Spiegel a almanî belgeyên fermî belav kirin ku îsbat dikin ku Tirkiye welatê derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Payîza 2020'î de navên 132 DAIŞ'iyên berê ku di nava "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de tevdigerin, eşkere kirin.

Mistefa Emîn derbarê têkiliyên Tirkiyê û DAIŞ'ê de wiha got:"Ji destpêkê ve têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ’ê re pragmatîst bûn. Di şerê Mûsilê de yê sala 2014’an de bi rêxistinê re lihevkirinek hat kirin ku nûnerên Tirk ji Mûsilê bên derxistin. Piştre ev têkilî bi awayekî mezin pêş ketin, sînorê Tirkiyê bû cihê derbasbûna endamên DAIŞ'ê ji Tirkiyê. Her wiha bû cihê tevlêbûna nava vê rêxistinê û derbaskirina wan ji bo Sûriyê û Iraqê."

Emîn da zanîn ku Tirkiyê hebûna DAIŞ wekî beşek ji nakokiyên sunî-şîayê dibîne, an ku rêxistina DAIŞ'ê ji bo wê rêxistineke sunî ye ku li hemberî zêdegaviyên şîayê çi li Iraq be an deverên din be disekine. Di encamê de çavgirtina li kiryarên DAIŞ'ê di vê demê fêdê dide dewleta Tirk.

Mistefa Emîn di dewama axaftina xwe de got: "Dema ku DAIŞ çalakiyan li hundirê Tirkiyê pêk tîne, di nav de çalakiya li Stenbolê û çalakiyên tolhildanê, ev encamên zexta Tirkiyê ya derbaskirina çekdaran ji bo hundirê Sûriyê û Iraqê ye. Di encama vê yekê pêvajoya rûbirûnê di navbera herdu aliyan de dest pê kir, lê piştî ketina rêxistina DAIŞ'ê têkilî vegeriya mîna berê. Ev têkilî pragmatîzmê ye, dibe  ku berjewendiyên Tirkiyê tê de hebin.''

'TUNEKIRINA TERORÊ GIRÊDAYÎ DAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ'

Li ser bandorên parastina komên çete ji aliyê Tirkiyê ve Emîn got: "Bê guman ev nixumandin ji bo rêxistina DAIŞ'ê girîngiyeke taybet ava dike, ji ber ku rêxistin herêmên di bin dagirekriya Tirk de wekî cihê wele ji bo xwe dibînin. Rêxistin şaneyên xwe dixe tevgerê û li wan herêman planan datînin. Ev jî dihêle ku çalakiyên hedefgirtina wê di hundirê herêmên dagirkirî hewcedarî bazarên bi Tirkiyê re bin. Ev yek eşkere di asta bazariyên bi Rûsya an dewletên rojavayî yên din ên li Sûriyê re diyar bû. Di encamê de nixumandina ji aliyê Tirkiyê bendekê li pêşiya çalakiyên têkoşîna dijî terorê li wan herêman e."

Emîn îşaret pê kir ku tunekirina DAIŞ`ê bi dawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ve girêdayî ye û wiha anî ziman: "Bêguman, hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê hêmanekî sereke ye ku rê li ber tundekirina rêxistia DAIŞ'ê digire. Ji ber ku Tirk nahêlin ku çalakiyên li dijî terorê bi awayekî baş werin aktîvkirin û bi zanebûn alozî û bê îstiqrariyê derdixin da ku hincetan ji hebûna xwe li wan herêman re bibîne."

JI BO TUNEKIRINA DAIŞ'Ê STRATEJIYEKE GIŞTÎ PÊWÎST E

Têkildarî sedemên tunebûna stratejiyeke giştî heta niha ji bo tunekirina DAIŞ'ê lêkolîner Mistefa Emîn wiha got: "Stratejî tune ye, ji ber ku civata navneteweyî wiha li mijarê dinêre ku rasterat wan eleqedar nake, lê wekî aloziyên hundirîn li herêmên Sûriyê yan jî Iraqê dibîne ku sekna li hemberî wan bi awayekî aktîv an rasteqîn lêçûneke mezin dixwaze. Civata navneteweyî xwe ji vê mijarê dûr dixîne an jî hewl dide lêçûna wê kêm bike. Lewra em dibînin ku stratejiyeke zelal ji bo tunekirina rêxistinê û bermahiyên wê bi temamî tune ye. Paralel em dibînin ku rêxistin geş dibe û dewama hebûna wê encamên neaktîvbûna nêrîna navneteweyî ya têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ'ê ye."

Lêkolînerê komên îslamî Mistefa Emîn bang li hêzên navneteweyî kir ku stratejiyeke giştî deyne ku fikir, rêxistin û ewlehiya li ser xaka di nav xwe de bigre, bi QSD'ê û hêzên din ên xwecehî re bibe hevkar da ku DAIŞ'ê were tunekirin û malbatên wan ên di kampan de ji nûve werin perwerdekirin, her wiha bang kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ yên di girtîgehan de mekanîzmeyeke qanûnî ya navneteweyî an li welatên wan an li hundirên Sûriyê, an wan vegerînin welatên wan, bibînin. Lêkolîner got: "Di dema heyî de ji aliyê civata navneteweyî ve tu elaqe nayî nîşandan. Lê xwe dispêre stratejiya jêkirina seriyan ku nehêlin DAIŞ rojava û berjewendiyên wan bikin hedef."

ANHA