Lêkolînerê iraqî: Bexda û PDK'ê berpirsên herkîna xwînê ya li Zaxo ne

Lêkolînerê iraqî Mûeyed El-Elî da zanîn ku lawazbûna helwesta fermî ya iraqê dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe dewam bike û destnîşan kir ku siyastmedarên herêma Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re hevkar in ku berpirsên herkîna xwînê ne.

Lêkolînerê iraqî: Bexda û PDK'ê berpirsên herkîna xwînê ya li Zaxo ne
23 tîrmeh, 2022   05:59
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Artêşa Tirk a dagirker roja Çarşemê li gundê Perex ê navçeya Zaxoyê cihekî geştiyarî kir hedef.

Li gorî agahiyên dawî ku ji herêmê hate girtin, di komkujiyê de 9 tûrîst, di nav de du zarok û 3 jin hatin qetilkirin û derdora 23 kes jî birîndar bûn ku jin û zarok di nav de hene. Rewşa hin birîndaran giran e.

Li hemberî vê komkujiyê, ji aliyê berpirsên iraqî, Ereb û rojavayî ve bertekên tund hatin nîşandan. Ji bilî PDK'ê hemû hêzên siyasî yên iraqî bang li hikumeta Iraqê kirin ku tedbîrên aktîv bigirin da ku êrişên Tirkiyê werin rawestandin. Her wiha helwesta lawaz a hikumeta Mistefa Kazimî hşermezar kir.

PÊVAJOYEKE NÛ YA DIJMINATIYA TIRK E

Lêkolînerê Navenda Hedef a Lêkolînên Stratejîk Mûeyd El-Elî ji ANHA'yê re axivî û got: "Ev komkujî di xwezaya têkiliyên Iraq û Tirkiyê de xaleke veguherînê ye. Tirkiyê hewl dide li gelek deverên ku sînorên wê bi Iraq û Sûriyê re hene gavên xwe mezin bike. Her wiha hewl dide di dosyayên dewletên din de hebe ku tu sînorên wê yên hevbeş pê re tune ye. Erdogan bi vê yekê hewl dide bi ber qonaxa nû ya ferzkirina serwerî û hegemoniya xwe ve biçe da ku karînên gelek dewletan kontrol bike ku ev yek bi erêkirina Amerîkayê pêk were. Tirkiyê gelek komkujiyan pêk anîn. Êrişa wê ya dawî ya li dijî komeke tûrîstan sûcekî hovane ye ku dibe têkiliyên xwezayî yên her du welatan ber bi qonaxên gelekî xeter ve bibin."

'LAWAZBÛNA HELWETA FERMÎ DIHÊLE KU ERDOGAN DESTWERDANÊ BIKE'

Aliyên iraqî lawazbûna helwesta hikumeta Mistefa Kazimî ya li hemberî dûbarebûna êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û helwesta PDK'ê ya ku timî êrişan rewa nîşan dide, rexen kirin.

Li ser van helwestan El-Elî ev tişt got: "Lawazbûna helwesta hikumetê ya bi nûnertiya birêz Kazimî ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar e, her wiha lawazbûna helwesta siyasî ya wezareta derve, bi awayekî mezin hişt ku Erdogan hîn bêtir destwerdanê li bakurê Iraqê bike. Tu tedbîrên rasteqîn çi di qada dîplomasî be an jî leşkerî be ji aliyê hikumeta Kazimî ve tunebû ku li hemberî zêdegaviyan bisekine. Ev delîlek e berjewendî di navbera hikumeta Kazimî û Erdogan de hene."

TIRKIYÊ GEFAN LI HEMIYAN DIXWE

Lêkolînerê iraqê anî ziman ku Tirkiyê hewl dide xwe wekî lîstikvanekî mezin li herêmê ferz bike û wiha axafina xwe domand: "Li cîhanê guhertinên mezin çêdibin. Her wiha Peymana Lozanê bi dawî dibe. Di encamê de Tirkiyê hewl dide xwe di gelek dosyayan de ferz bike. Em ji bîr nekin ku hewl dide xwe wekî hêzekê nîşan bide ku dewleta yekemîn e  ku piştgiriya berjewendyên misilmanan dike, ji ber ku dewleteke sunî ye. Ji ber vê yekê xwe wekî dewleteke sunî nîşan dide û dixwaze xwe wekî sopnserê hemû dewletên erebî û yên misilmanan li herêmê ferz bike. Lê rêbazên dûrî îslam û rihê îslamê bi kar tîne, qetilkirina kesên bêguneh û desteserkirina qadeke berfireh ên gelek dewletan çi li Iraq, an Sûriyê be pê tîne. Her wiha destwerdanê li gelek dosyayên dikin dike. Ji ber vê yekê divê dewletên erebî, yên misilman û yên herêmê li hemberî van destwerdanan sekineke cidî bisekinin û xwedî helwesteke hevbeş û yekbûyî bin. Nabe her dewletek bi tena xwe nêzîk bibe. Divê helwesteke hevbeş hebe. Di encamê de dê bandoreke civakî bike û pisgirêk di qada Konseya Ewlekariyê û qadên navneteweyî de bikeve tevgerê da ku dewleta Tirk derxînin. Her wiha hewl bidin ku Konseya Ewlekariyê an jî Neteweyê Yekbûyî biryarekê li dijî êriş û destwerdanan bide.  Ev yek dê bibe amûreke din a zextê li ser Tirkiyê, her wiha amûreke din heye ew jî kaxeza aborî û asta veguhestina bazirganiyê di navbera gelek dewletên Ereb û Tirkiyê de ye."

Lêkolînerê iraqî îşaret pê kir ku asta pevguhestina bazirganî ya di navbera Tirkiyê û Iraq de salane 20 milyar dolar derbas dike û got, divê siyasetmedarên Iraqê û hikumeta Iraqê vê yekê wekî kaxeza zextê li ser Tirkiyê bi kar bîne.

'SIYASETMEDARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI TIRKIYÊ RE HEVKAR IN'

Nêçîrvan Barzanî dewleta Tirk a dagirker ji komkujiya li Zaxoyê berat kir û komkujî rewa nîşan da. Barzanî derbarê komkujiyê de postek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir, tê de got, divê hikumeta federal a Iraqê rê li gefên li ser ewlehiya Iraqê bigire û divê artêşa Tirk û çekdarên PKK'ê şerên xwe rawestînin.

Derbarê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî ku êrişên Tirkiyê rewa dikin de lêkolînerê Iraqê wiha got: "Divê em ji siyasetmedarên herêmê û rêveberên wê ji vî helwestî zêdetir texmîn nekin. Berjewendiyên wan ên hevbeş hene û bi aliyê Tirk re tevkar in. Qaçaxçîtiyeke hevbeş a petrolê di navbera siyasetmedarên Kurd û Tirkiyê de heye, îstismarên aborî di navbera herdu aliyan de hene. Ew tevkar in û berpirsên rijandina xwînê ne. Ji ber ku herêm xwedî hêzeke ewlehî û pêşmerge ye. Her wiha bûdçeya wê ya pir mezin li ser asta çekdarî û mûçeyan heye. Lê ruxmî vê yekê em tu helwestên wê li hemberî binpêkirinên Tirkiyê nabînin. Ev dide diyarkirin ku ev çalakî bi erêkirina siyasetmedarên herêm tên kirin."

Lêkolînerê iraqê Mûeyed El-Elî di dawiyê de got: "Dem dema tevlihevkirna kaxezan e. Ji ber ku herêm gûr dibe û guhertinên mezin têne kirin. Ez bawer im di demên pêş de dê gelek suprîz çêbibin."

ANHA