ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2022
22 tîrmeh, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  û Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta herêma Cizîrê meşekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixe. Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê û Çilaxa ji bo şermezaririna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyan didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Foruma Şoreşa Jinan di roja duyemîn de li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo didome, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Magen Bodette diyar kir ku encamên êrişeke nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser şoreşa Rojava dê zirarê bide her kesî û anî ziman ku ev êriş dê neteweperestî û mîlîtarîzmê gelekî xurttir bike.

- Şoreşa 19'ê Tîrmehê têgeha fêrbûna bi zimanê dayikê, avakirina kesayeta azad û civakeke demokratîk û azadî ku karibe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike, pêş xist.

- Kesayetên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew amade ne li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî. Her wiha gotin, ev êriş tevahî pêkhateyan dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê diyar kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan wan jiyana xwe li gorî şerê gel  ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Tirbespiyê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bidin û gotin: "Armanca Tirkiyê qirkirina gelên herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Hedefkirina lîderê DAIŞ û komên çete li herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirina asta girêdana xurt a DAIŞ  û Tirkiyê îsbat dike. Lêkolînerekî komên îslamî diyar kir ku tunekirina DAIŞ'ê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê ve girêdayî ye.

CÎHAN

Lêkolînerê iraqî Mûeyed El-Elî da zanîn ku lawazbûna helwesta fermî ya iraqê dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe dewam bike û destnîşan kir ku siyaseta herêma Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re hevkar e ku berpirsên rijandina xwînê ne.

ANHA