Gefên li ser şoreşa Rojava: Encamên wan dê zirarê bidin her kesî  

Rojnamevan Magen Bodette diyar kir ku encamên êrişeke nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser şoreşa Rojava dê zirarê bide her kesî û anî ziman ku ev êriş dê neteweperestî û mîlîtarîzmê gelekî xurttir bike.

Gefên li ser şoreşa Rojava: Encamên wan dê zirarê bidin her kesî  
23 tîrmeh, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Rêveberiya Xweser ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gavên destpêkê li Kobanê avêtin, rastî êrişên domdar û planên tunekirinê yên hêzên navneteweyî û herêmî tê.

Şoreşa jinan a Rojava ku 10 sal li dû xwe hiştin, tevî hemû êriş û gefan jî li ber xwe da û destketiyên xwe mezin kirin. Lê gefên li ser destkeftiyên ku bi saya berxwedana şehîdan û gelan hatine bidestxistin, bê navber berdewam dikin.

Me hevpeyvînek bi rojnamevana amerîkî Meghan Bodette re çêkir ku şahidî li destkeftiyan re kiriye. Meghan Bodette di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku ew ê lehengiya şoreşa Rojava tu carî ji bîr nekin.

'EZ Ê TU CARÎ WÊ WÊREKIYÊ JI BÎR NEKIM'

Meghan Bodette ku carekê serdana herêmê kiriye da ku rewşa dîrokî û siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêtir nas bike, destnîşan kir ku hêz û hewesa mezin a gelê herêmê ya ji bo şoreşê, bandoreke mezin li wê kiriye.

Meghan Bodette salvegera şoreşa Rojava pîroz kir û got: "Min pir bi zelalî dît ku tevî gelek dijwarî û gefan jî mirov ji bo siberoja xwe bi biryardarî li ber xwe didin. Ez ê tu carî wê wêrekiyê ji bîr nekim. Ez hemû mirovên ku di têkoşîna xwe ya 10 salan de ji bo avakirin û parastina şoreşê ked daye, pîroz dikim.”

Meghan Bodette da xuyakirin ku şoreşa Rojava gerdûnî bûye û got: "Aşkera ye ku vê şoreşê ne tenê li herêmê, li tevahiya cîhanê bandoreke girîng li mirovan kiriye. Mirovên li her derê têkçûna DAIŞ'ê û têkoşîna avakirina sîstemeke nû ya siyasî ya li Rojhilata Navîn dît ku bû îlham da ku pirsgirêkên gerdûnî çareser bike. Gelek kesên ji welatên cuda hatin û bi awayên cuda beşdar bûn. Gelek kesên din jî der barê têkoşîna Kurdan, rewşa Sûriyê de agahî wergirtin û li welatên xwe ketin nava liv û tevgerê. Ji aliyekî din ve jî desteka ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna Kurdan a li derve ew qasî xurt e ku dewleta Tirk bi zexta li dijî wê hewl dide beralî bike. Dewletên Ewropayê wê aktîvîzma hevgirtina Kurdan bifetisînin. Dema ku Tirkiyê di sala 2019'an de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, raya giştî li Amerîkayê ew qas li dijî wê derket û bi hêrs bû ku ew neçar kir ku Amerîka bergeha xwe biguherîne û ji bo rawestandina dagirkeriya ku hiştibû dest pê bike, bixebite."

'HEKE PROJE BI SER BIKEVE DÊ BIBE ALTERNATÎFA NETEWEDEWLETÊ'

Rojnamevan Meghan Bodette destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî pîvanên rêveberî û siyaseta herêmê ye û destnîşan kir ku dê alternatîfek di şeklê serkeftina projeya Rêveberiya Xweser de hebe û wiha pê de çû: "Heke projeya wê bi ser bikeve, dê bibe alternatîfa rasteqîn a otorîter, neteweperest û faşîstan ku bi sîstema netewedewletê li Rojhilata Navîn serdest bûne. Gelek hikumet naxwazin sîstemeke bi vî rengî ya alternatîf hebe, ji ber ku dê bi hêza xwe û hêza hevalbendên xwe re tacîdar bike û îspat bike ku statukoya ku sedsalekê wan parastiye, êdî ne kêrhatî ye.”

‘DIVÊ SÛCÊN DAGIRKERAN BÊN BELGEKIRIN’

Magen Bodette yek ji avakarên projeya Missing Afrin Women Project (Jinên Efrînê yên Winda) e ku ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyan ên li Efrînê û herêmên dagirkirî û planên wan ên guhertina demografiyê ava bûye.

Meghan Bodette li ser sûcên li herêmên dagirkirî agahî da û lêkolînên xwe wiha vegotin: "Tirkiye û milîsên hevalbend di asta sîstematîk de sûcên şer dikin û mafên mirovan binpê dikin, kêmneteweyên etnîk û olî û her wiha jinên li herêmên dagirkirî dikin hedef. Ev binpêkirinên li Efrînê di çarçoveya stratejiya guhertina demografiyê de ye. Hema hema tevahiya nifûsa xwecih a herêmê mecbûr kirin ku birevin.”

Magen Bodette got: "Ez vê mijarê pir cidî dibînim, ji nêz ve dişopînim û bi kesên têkildar re agahiyan parve dikim. Belgeyên pêbawer ên destdirêjiyê ji bo mîsogerkirina edaletê ji bo mirovên li herêmên dagirkirî û meşandina stratejiyên hiqûqî ji bo hesabxwestina ji Tirkiye û wekîlên wê pêwîst e."

'ENCAMÊN WÊ DÊ ZERARÊ BIDIN HER KESÎ'

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têr nebûne, gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li herêmê dixwin. Maghen Bodette destnîşan kir ku encamên êrişa nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk dê ji bo her kesî zirarê çêke û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişeke nû ketiye nava hewldaneke mezin a dîplomatîk.

Maghen Bodette wiha domand: "Tu hikumetê piştgirî neda statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareseriya rasteqîn ji aloziya Sûriyê re û bidawîkirina şerê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd. Nakokî ji ber ku hêzên derve li ser hesabê gelên herêmê berjewendiyên xwe pêk tînin, berdewam in. Niha jî hêzên mezin mîna Rûsya û Amerîkayê ji aramiya bakurê Sûriyê sûdê werdigirin. Li hemberî  gefên Erdogan nerazîbûna xwe nîşan dan, lê tu garantî tune ye ku kiryarên wan li gorî gotinên wan bin. Tirkiye, ji bo desteka ji bo êrişkariyeke nû ya DYA, Ewropa, Rûsya û welatên din ên Rojhilata Navîn ewle bike, di nava hewldanên dîplomatîk ên cidî de ye. Ew dikarin bi ser bikevin, ji ber ku dewlet hema hema her tim dê piştgirîya dewletên din bikin ku dixwazin statukoyê biguherînin. Lê ger Tirkiye bi ser bikeve, encamên wê ji bo herêmê û her kesî dê zirareke mezin be."

'ÊRIŞEKE NÛ DÊ MÎLÎTARÎZMÊ XURT BIKE'

Magen Bodette diyar kir ku êrişeke gengaz dê hemû hewldanên ji bo qedandina şerê Sûriyê xera bike û destnîşan kir ku mîlîtarîzm jî dê xurt bibe. Magen Bodette wiha lê zêde kir: "Pevçûn, ji cih û warê xwe kirin, stargeheke mezintir a ewle ji bo tundrawan û xistina herêmên herî aram ên xaka Sûriyê di bin serweriya milîsên kaotîk de, dê hemû hewldanên bidawîkirina şerê Sûriyê pûç bike. Êrişkariyeke nû ya Tirkiyê dê neteweperestî û mîlîtarîzmê gelekî xurt bike."

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BE'

Magen Bodette bang li hemû dewletan kir ku li dijî êrişên muhtemel ên dewleta Tirk derkevin û rê li ber bigirin û diyar kir ku divê dervehiştina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyên siyasî de were rawestandin.

Magen Bodette axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Divê hikumet bi tundî li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên li wir derkevin û gavên çalak biavêjin da ku rê li pêşiya wê bigirin. Bi avêtina gavên wekî astengkirina firotina çekan û derxistina PKK'ê ji lîsteyên terorê, divê desteka ji bo şerên Tirkiyê yên li hemberî tevgera Kurd bibirin. Divê zextê li Tirkiyê bikin ku dest ji hewldanên xwe yên mijûlkirina bi leşkerî ya bi civaka Kurd re berde û li şûna wê çareseriyeke siyasî bi pêş bixe. Sûriye ji bo diyarkirina pêşeroja welat divê dawî li dervehiştina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêvajoyên siyasî bîne, cezayên ku aboriya welat têk dibe bi dawî bike, ji nû ve avakirinê bi pêş bixe û çareseriyekê ji aloziyê re bi rêya tevlêbûna hemû sûriyan û hemû perspektîfan peyda bike.”