Ciwanên malbatên şehîdan piştgirî dan hêzên parastinê

Ciwanên malbatên şehîdan ên Qamişlo piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî yên parastinê re nîşan da.

Ciwanên malbatên şehîdan piştgirî dan hêzên parastinê
22 tîrmeh, 2022   17:05
QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom bûn û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSD'ê re li hemberî êriş û gefên Tirkiyê re nîşan da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Şirîn Ehmed û Jiyan Hisên ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin û hate gotin ev şoreş bûye modela biratiya gelan û bingehê avakirina Sûriya pêşerojê ji bo tevahî pêkhateyan.

Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan hate dayîn û hate gotin: "Ji bo azadiya rêbertî ji dijminê ku li hemberî berxwedana rêbertî û gerîlayên leheng têk çûye, em ê bi hemû rêbazan û îmkanên xwe kar bikin."

Ciwanên malbatên şehîdan bang li her kurdekî li derveyî welat kir ku erkên xwe yên dîrokî pêk bînin, li hembêza welat vegerin û parastin wê bikin heta ku dijmin were têkbirin û destkeftiyê dîrokî werin bidestxistin.

Her wiha bang li hemû saziyên demokrat ên ciwanan ên li cîhanê hate kirin ku li kêleka doza wan a adil bin û destekê bidin tecrûbeya Rojava ya pêşeng, êrişên Erdogan û çeteyên wî yên li ser herêmê têk bibin û hate gotin: "Em keç û xortên Rojava bi hemû netewe û mezhebên xwe refa xwe dikin yek û li eniyên pêşîn bi hêzên xwe yên leşkerî re bin heta ku serkeftin pêk were."

ANHA