​​​​​​​Çalakvanên li Hewlêrê hatin binçavkirin hatin berdan

Her sê çalakvanên ku li Hewlêrê ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ji ber çalakiya li dijî komkujiya dewleta Tirk a Zaxo hatîn binçavkirin hatin berdan.

​​​​​​​Çalakvanên li Hewlêrê hatin  binçavkirin hatin berdan
22 tîrmeh, 2022   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandana biryar bû ku vê êvarê di saet 17.00’an de li Hewlêrê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxo pêk anî, pêk were ji aliyê hêzên ewlekariê ve hate astengkirin û çalakvanên bi navê Hewrê Kurdî, Lîzan Bekir û Sebîr Ferensî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me nade, hersê çalakvan hatin berdan.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, 3 çalakvanên din jî hatine biçavkirin û tê gotin ku wê asayîşa Hewlêrê di kêliyên pêş de wan jî berde.