Pisporekî qanûnî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî sûcên Tirkiyê bikeve tevgerê

Çavdêrê siyasî û pisporê qanûnî yê iraqî Feysel Rêkan têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî banga pêkanîna zextê li Tirkiyê kir û got:  “Biryara Konseya Ewlekariyê dê zextê li Tirkiyê bike û wê deyne ber astengî û cezayan."

Pisporekî qanûnî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî sûcên Tirkiyê bikeve tevgerê
22 tîrmeh, 2022   04:39
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker roja Çarşema borî li gundê Perexê yê Zaxoyê li cihekî geştiyarê komkujiyeke pêk anî. Di encamê de zêdetirî 30 kes bûn qurbanî.

Kesayetên siyasî yên li ser asta welat banga girtina dergehên bi Tirkiyê re û rawestandina xebatên dîplomasî bi Tirkiyê re. Her wiha bi hezaran welatiyên Iraqê ji roja Çarşemê ve di nava çalakiyan de banga derxistina hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê dikin. Xwepêşandêran alên Tirkiyê şewitandin û balyozxane û saziyên girêdayî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê girtin.

Di heman çarçoveyê de, pisporê qanûnî û çavdêrê siyasî yê iraqê Feysel Rêkan ji ajansa me re axivî û got, li hemberî destwerdan û binpêkirinên Tirkiyê yên li xaka Iraqê divê giliyek li Konseya Ewlekariyê were rakirin.

Rêkan wiha axivî: "Li gel xwepêşandanên girseyî yên li bajarên cûda yên Iraqê, lidarxistina civîna awarte ji aliyê parlamantoyê ve ku êriş şermezar kir û  daxwaz kir ku giliyek li Konseya Ewlekariyê û rêxisitnên navneteweyî  were, pêwîst e ku hikumeta Iraqê bi xurtî bikeve tevgerê û tedîbrên pêwîst bike da ku bersiva vê yekê bide. Em dibînin ku ev gav gelekî girîng e. Ji ber ku mîsaqa Neteweyên Yekbûyî û Peymana Cinêvê êrişên dewletekê li ser dewleteke din qedexe dike û dagirkirina dewletekê ji xaka dewleteke din û hebûna hêzên biyanî li ser xaka dewleteke din bêyî erêkirinê wan red dike, nemaze ku ev her du dewlet xwedî têkiliyên xwezayî ne  û tu şer di navbera wan de tune ye.''

Feysel Rêkan anî ziman ku li gel vê gavê divê tevgereke dîplomasî ya berfireh hebe, nemaze li gel dewetên dostên Iraqê da ku heger Konseya Ewlekariyê li ser vê mijarê biryarekê bide ev dewlet piştgiriyê bidin Iraqê.

Rêkanî bi domdarî got: "Her wiha divê dewletên endam ên daîm ên konseyê bikevin tevgerê da ku kes mafê vîto bi kar neyne, nexasim Amerîka, divê em wê yekê ji bîr nekin ku têkiliya dewleta Tirk bi Rûsyayê re jî baş e, ji ber wê divê danûstandin bi wê re jî werin kirin. Biryara Konseya Ewlekariyê dê zextê li Tirkiyê bike û wê deyne ber astengî û cezayan nemaze ku Tiriyê di rewşeke aborî ya xirab de dijî."

Rêkan her wiha xwest ku balyozê dewleta Tirk bi nivîskî were agahdarkirin û şermezarkirin da ku Meclisa Ewlekariyê metirsiya mijarê nas bike, her wiha xwest ku hêzên iraqê li ser sînorê herdu dewletan tevî çekên dijbalafiran û mûşekan werin bicihkirin.

Pisporê iraqê Feysel Rêkan da zanîn ku rewşa Iraqê û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de derfetê nade ku Iraq têkeve şerekî demdirêj tevî ku Iraq xwedî hêzeke leşkerî ya baş e û dikare parastina welat bike.

Di dawiya axaftina xwe de Rêkan got: "Li gel xwepêşandanên girseyî yên gel ên li hember êrişên Tirkiyê tiştê herî guncaw ew e ku gilî ji rêxistinên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê were kirin. Wê demê wê Tirkiyê dê metirsiya li ser berjewendiyê xwe nexasim ên bazirganî nas bike.''

(mh)

ANHA