​​​​​​​Eşîrên Reqayê komkujiya Zaxoyê şermezar kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî şermezar kir û bang li dewletên ereban kir ku binpêkirinên li dijî gelan rawestîne. Her wiha bang li eşîrên iraqî kir ku bi eşîrên sûrî re li hember dewleta Tirk bisekinin.

​​​​​​​Eşîrên Reqayê komkujiya Zaxoyê şermezar kir
22 tîrmeh, 2022   03:25
REQA – EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker roja Çarşemê li seyrangeha geştyarî ya li gundê Perexê yê Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê komkujiyek pêk anî. Di encama wê 9 kes hatin qetilkirin û 29 jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok in.

Li hemberî vê komkujiyê,  gelên Iraqê di nava çalakiyan de ne. Li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran alên Tirkiyê şewistandin û banga derxistina hêzên Tirkiyê ji Iraqê li hikumeta Iraqê kirin.

'LI HEMBERÎ SÛCÊN TIRKIYÊ DIVÊ HELWESTA ME YEK BE'

Têkildarê mijarê şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê ji ANHA`yê re axivîn û bang li eşîrên Iraqê û gelê wê kir ku li hember dewleta Tirk serî hildin û bi eşîrên Sûriyê re li hember çavnebariya dewleta Tirk bisekinin.

Şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-Soan bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyê û Iraqê ve dewleta Tirk destwerdana karûbarên her du welatan kir da ku çavnebariya xwe ya dagirkirî pêk bîne û got: "Tişta ku niha pêk tîne nîşaneya vê yekê ye, nexasim piştî ku sivîl li herêma Zaxoyê kir hedef."

El-Soan anî ziman ku dewleta Tirk dewleteke sûcdar e û komkujiyan li dijî tevahî gelê herêmê bi taybt dewletên cîran pêk tîne.

El-Soan îşaret pê kir ku armanc ji tevahî binpêkirinên ku Tirkiyê çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî bakurê Iraqê pêk tîne ew e li ser hesabê vê xakê qada dagirkeriya xwe berfireh bike, Mîsaqî Millî pêk bîne ku ji Helebê heta Mûsilê dagir bike.

Şêx Mihemed bang li hemû dewletên ereban û Komkara Ereban kir ku li hember kirinên dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî bin, êrişên ku cûdahiyê naxe navbera şêx û zarokan de rawestîne û ev tişt got: "Dewleta Tirk her tim zarokên me li Sûriyê topbaran dike û heta roja îro tu helwestên eşkere ji aliyê dewletên ereban ve tune ye."

El-Soan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker gihaştine Iraqê. Divê em bi eşîrên Iraqê re li hember projeyên dewleta osmanî bisekinin û di dema tunebûna rola rêxistin û civata navneteweyî li hember van sûcan de xwedî yek helwest bin."

' NE TENÊ PÊKHATEYEKÊ DIKE HEDEF'

Şêxê eşîra El-Elî li Reqayê Remedan El-Rehal jî wiha axivî: "Dewleta Tirk ji xwîna gelê Sûriyê têr nabe, ji ber wê jî berê xwe daye herêmên bakurê Iraqê û hincetan ji êrişan re derxîne. Di êrişên xwe de ne tenê pêkhateyekê dike hedef, lê belê hemû pêkhateyên li Sûriyê û Iraqê dike hedef."

El-Rehal destnîşan kir ku dewleta Tirk di asta yekemîn de pêkhateyên Ereb û sembolên eşîrên herêmê dike hedef çi li Sûriyê û çi li Iraqê be ku bi rêya balafirên bê mirov yan jî bi rêya şaneyên veşartî dike hedef û dixwaze aramî û ewlehiya her du herêman têk bibe.

El-Rehal diyar kir ku hemû sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne ji bo vejandina dewleta osmaniya kevin e û got: "Êrişa li seyargeha li Zaxoyê nîşaneye têkçûna wê di dagirkirina wan herêmên me de ye. Ji ber vê yekê van rêbazan di şerê li dijî pêkhate û gelên herêmê de bikar bîne.''

Di dawiyê de El-Rehal bang li eşîrên Iraqê bi taybet eşîrên Zubêd, El-Cibûr, Şemer û hemû êşîran kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê û hewldanên wê yên vejandina osmaniya nû serî hildin.

(bx)

ANHA