Çiya Kurd: Li hemberî dewleta Tirk a dagirker divê amadekarî bên zêdekirin

Bedran Çiya Kurd encamên eşkere yên civîna Tehranê nirxandin û bang li Tehran, Moskov û Şamê kir ku helwestên cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Çiya Kurd bang li welatiyên herêmê kir ku amadekariyên xwe li hember êrişên dewleta Tirk mezin bikin û got, amadekariyên baş misogeriya serkeftinê ne.

Çiya Kurd: Li hemberî dewleta Tirk a dagirker divê amadekarî bên zêdekirin
21 tîrmeh, 2022   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR-CÎHAN BÎLGÎN

Bi rasthatina salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, li paytexta Îranê Tehranê garantorên Astanayê Îran, Rûsya û Tirkiyê civîneke sêalî ya serokên dewletan li dar xist. Di civînê de krîza Sûriyê bi taybet êrişa leşkerî ya dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û krîza Ukrayna hatin nîqaşkirin.

Rûsya û Îranê her êrişeke leşkerî ya nû ya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û got ger çi êrişeke leşkerî ya nû ya dewleta Tirk li ser herêmê pêk were dê ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe û banga pêkanîna çareyên siyasî li Sûriyê kir.

Lê gefên Erdogan piştî civînê nesekinîn, bi wê re careke din gefên êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Tevî ku Rûsya û Îranê ev êriş red kir, lê nehat zanîn ku di civîna Tehranê de lihevkirinên paşperdeyê çêbûn an na.

Piştî civîna sêalî bi rojekê, wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad  serdana Tehranê kir ku dan û standinên fermî pêk bîne û bi rêya civîneke çapemeniyê çi êrişeke muhtemel a dewleta Tirk şermezar kir û got, her êrişek wê rûbirûyî bersiva gel bimîne.

Ji bo nirxandina van pêşdeçûnan, ajansa me hevpeyvînek bi Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn 10 salên Şoreşa 19’ê Tîrmehê çawa dinirxînin?

Destpêkê em salvegera 10’emîn a destpêkirina Şoreşa Rojava li gelê xwe û tevahî sûriyan pîroz dikin. Şoreşa Rojava, şoreşa azadî û rizgariya ji zihniyeta dûrxistinê ya ku ji bilî xwe nas nake ye, ji ev ku ev zihniyet hemû çand, ol û pêkhate çewisandine. Şoreşa Rojava çand, ol û pêkhate xurt kirin û hişt bêhna xwe vedin û hişt xwe bi xwe nûnertiya xwe bike heta bû xwedî vîna siyasî.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê hemû gelên herêmê hembêz kirin û bû projeyeke siyasî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bû şoreşa tevahî sûriyên bawermend, her wiha bû binyada çareseriya siyasî û demokratîk ji tevahî Sûriyê re.

Ji destpêkê ve, ev şoreş rûbirûyî siyaset û planên qirkirinê yên ji hêla rejîmên neteweperest û her kesê ji hilweşîna desthilatiya xwe ditirse ve bûn. Bi wê re bi hemû rê û rêbazan êriş Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser kir. Ev êriş berdewam dikin, ji ber ev proje li ser bawerî û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin ku karî li pêşiya hemû êrişan bisekine. Ev şoreş bi serkeftinên girîng û destkeftiyên li ser hemû aliyan di 10 salên şoreşê de tacîdra bû.

Ev serkeftin û destkeftî li tu erdnîgariyeke Sûriyê pêk nehatin. Hemû erdnîgariya Sûriyê rastî wêraniyê hat, welatiyên wê ji ber qetilkirin, nakokiyên olî, etnîkî, mezhebî û çandî koçber bûn. Lê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi fikrê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş bawer in, bi aştî bi hev re jiyan û destkeftiyên vê projeyê parastin.

Destkeftiyên di aliyên leşkerî, siyasî, aborî û rêvebertiyê de hatine bi destxistin ên hemû sûriyan e, hemû sûrî dikarin jê sûdê wergirin û parastina wê bikin.

Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê li kar ket, gelo dixwazin çi peyamê ji gelê herêmê re nîşan bidin û encamên wê civînê çi ne?

Civîna ku di 19’ê Tîrmehê de li Tehranê li dar ketiye û tê de aliyên Astana li ser asta serokên dewletan civiyane, civîneke girîng bû û balê hemûyan kişand ser civînê û encamên wê. Me jî ji nêz ve ew civîn û lihevkirinên li dijî vîna sûriyan çêbibin, bi taybet li dijî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopandin.

Li gorî şopandina me ya ji helwestên li medyayên dîjîtal re, helwesta Rûsya û Îranê ji êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî bûn.

Lê helwestên wan her duyan têrê nakin ku pêşî li dewleta Tirk bigirin, ku îsrar dike êrişeke leşkerî pêk bîne. Erdogan daxuyand ku ew ê di êriş û dagirkirina xwe de berdewam bike û navên terorîst li gorî daxwaza xwe li hêzên heyî dike. Erdogan dibêje " Bêyî ku destûrê ji kesekî wergirin, em ê şerê rêxistinên terorîst ên li Sûriyê bikin", ev jî peyameke eşkere ji Rûsya û Îranê re ye.

Heta ku derê dewlet dikarin gefên dewleta Tirk bi dawî bikin û nehêlin êrişekî pêk bîne? Di emcamê de em dibînin ku divê dewletên Astana û Koalîsyona Navneteweyî xwedî helwestên pratîkî bin ku van êrişan bi dawî bikin.

Ya din jî, civîna sêalî heman 8 civînên Astanayê yên berê hatine lidarketin e. Tu vîn û biryareke sûriyan tune bû, lê belê li ser Sûriyê, gel û xaka wê bazarî dihatin kirin.

Civînên Astanayê her tim ji bo berjewendiyên hevbeş ên van her sê dewletan bûn, ne ji bo berjewendiya Sûriyê, xak, serweriya wê û çareseriya siyasî bû. Di vê civînê de jî berjewendiyên mezin ên van dewletan li Sûriyê hene, ji lew re mijarên li ser bazarî kirine hene.

Ez dixwazim bibêjim ku ev bazariyên li ser hesabê Sûriyê û gelê wê tên kirin, nakevin xizmetî berjewendiyên çareseriya siyasî li Sûriyê. Li ser lihevkirina çareseriya siyasî li Sûriyê pir axivîn, em jî alîgiriya wê yekê dikin. Ji ber êriş û dagirkerî nikarin bi xwe re çareseriya siyasî bînin, lê belê bidawîkirina dagirkeriyê û sekna li hember wê, wê bi xwe re çareseriyên siyasî, ewlehî û îstîqrariyê bînin û ev pir girîng e. Divê hemû ji bo çareseriya siyasî û îstîqrara li herêmê bixebitin.

Me ji civîn û lihevkirinên berê yên Astanayê nas kir ku ev civîn jî mîna yên berê ye. Ew bi hev re li ser têkoşîna li dijî terorê li hev dikin û li ser metirsiya ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê di xeteriyê de ye, li hev dikin.

Dixwazim hin mijaran zelal bikim, ya yekemîn; tu parçeyek ji Sûriyê yan jî bajareke Sûriyê tu xeterî li ser ewlehiya dewleta Tirk çênekiriye bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne niha ne jî berê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê xeterî çênekiriye. Lê berovajî wê dewleta Tirk xeteriyê Ii ser Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike û hemû vê xeteriyê dibînin.

Nabe her yek li gorî xwe navê terorê bavêje ser hinekan, mîna dewleta Tirk ku têkoşîna Kurd a azadî û demokrasiyê bi nav dike. Dewleta Tirk dixwaze hemû aliyan bikişîne aliyê xwe da ku siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî gelên herêmê pêk bîne.

Terora ku hemû cîhan di bin sîwana Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî terorê de kir yek û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hevkarê vê koalîsyonê ye û şerê wê dike, ew terora ku îro di hembêza dewleta Tirk de ye, bi taybet li herêmên Sûriyê yên dagir kirine û bi navên cuda ne; Cebhet El-Nusra, El-Qaîde, Partiya Îslama Tirkistanî, Xarasan û heta serçeteyên DAIŞ’ê li nêzî baregehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî tên kuştin. Ev îsbat dike ku dewleta Tirk destekê dide wan û parastina wan dike. Dûre dibêje ew li dijî terorê tê dikoşe. Ev dereweke mezin e.

Dewleta Tirk têkoşîneke jî li dijî terora ku cîhan hemû li dijî wê tê dikoşe, nedaye. Hemû dizanin ku têkiliyên navbera DAIŞ, El-Qadîe, Cebhet El-Nusra û dewleta Tirk de heta ku derê ye. Dewleta Tirk QSD, YPJ, YPG û Rêveberiya Xweser ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyeke bi rêxistinên terorîst bi nav dike û dixwaz hemûyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rake.

Di rastiyê de ev yek di civîna Madrîdê ya NATO’yê de derket, li wir dewleta Tirk ji tevahiyan piştgirî xwest ku li dijî terorê bin. Mebesta wê ji terora nav lê dike gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk xwest NATO di şerê xwe 0yê li dijî kurdan û gelê herêmê de bibe şirîk û hewl da vê yekê di civîna Tehranê de jî aktîf bike û ji Rûsya û Îranê xwest ku şertên wê pêk bîne, da ku di pêkanîna qirkirina gelê me yê li herêmê de bibin şirîk.

Erdogan di civîna Tehranê de got ev rêxistin an ku YPJ, YPG û PKK’ê li ser tevahiyan xeter e û ji Rûsya û Îranê xwest di şerê li dijî gelê herêmê de bibin şirîk. Erdogan vê siyasetê di çarçoveya hemleya siyasî û dîplomasî de pêk tîne, her tim dixwaze siyasta xwe bi pêş bixe da ku cîhanê dijberiya gelê me bike.

Li gorî şopandina me ji civîna Tehranê re, Erdogan di vê civînê de negihaşt armancên xwe, lê dîsa got ew ê bêyî destûra tu kesî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne. Ev dide nîşandan ku encamên ku dixwest, bi dest nexist.

Em bi hêvî ne ku li pişt perde û maseyan lihevkirin çênebûbûn, ji ber ku lihevkirinên veşartî dê encamên wê karesatî li ser gelê herêmê be ku dê her kes ziyanên wê bibînin.

Ji mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, peymana Adane bû ku sala 1998`an di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hate îmzekirin û tê de destûr hate dayîn ku dewleta Tirk 5 km derbasî xaka Sûriyê bibe. Ger bixwaze vê peymanê ji nû ve pêk bîne dê li dijî vîna gelê sûrî be û encamên neynî bi xwe re bîne. Heta peymanên di vê çarçoveyê de jî dagirkeriya tirk rewa dike û qutkirina xaka Sûriyê qebûl dike. Lewma divê ev bi hemû rêbazan neyê pejirandin. Em beşek ji Sûriyê ne û peymaneke wiha qebûl nakin û em ê li dijî wê bin jî. Her kes behsa çareseriya siyasî ya Sûriyê dike, ger çareserî bi vî rengî be ji xwe tê wateya destûrê dide Tirkiyê ku Sûriyê dagir bike. 

Ger peymaneke wiha pêk were, dagirkeriya Tirk dê bêje; ez li Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Ezaz im û ev bajar jî dê bikevin nav peymanê. Ev jî dagirkirina xwe ji Sûriyê re rewa bike. Ev beşên girîng ji Sûriyê dê dagir bike û dê wekî beşek ji Tirkiyê bi nav bike, lewma mijareke wiha girîng e. Divê hikumeta Şamê vê rastiyê bibîne ku dewleta Tirk ji beriya 11 salan ve berpirsa xerabî û wêrankirina Sûriyê ye û bi hezaran DAIŞ derbas kirine, her wiha çek daye bi hezaran rêxistinên çekdar ên ku welat xirab kirine.

Piştî civîna sêalî ya li Tehranê, Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê çûn Îranê û di nav axaftinên xwe de peyamek da ku ew her operasyonên leşkerî ku Tirkiyê li Sûriyê pêk bîne red dikin. Gelo hûn çawa civîna di navbera Sûriyê û Îranê de dinirxînin û çawa li daxuyaniyên Şamê yên têkildarî gefên Tirkiyê dinêrin?

Gelek daxuyaniyên hikumeta Şamê yên li dijî dagirkeriya Tirk hene, ev daxuyaniyên baş in, lê ger êriş pêk werin ev daxuyanî çawa dikarin di pratîkê de pêk werin. Xala girîng ev e û gelo ew ê paş ve vegere yan li dijî êrişan bisekine? Pirsa her tim tê bîra mirov ev e.

Peyman di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de hene. Li gorî peymanê artêşa Sûriyê li ser xeta sînor belav bibin û tedbîran bigirin. Ev gaveke girîng e, lê ger ev gav veneguhere çareseriya siyasî û gaveke praktîze ew ê dewam neke. Lewma divê zanibin ku ger êriş pêk werin û berxwedanek li dijî artêşa dagirker pêk were, yan jî ji derve li dijî xaka Sûriyê êriş pêk were, divê hikumeta Şamê di warê siyasî de bi tevahiya Sûriyê re li hev bike, lê ger peyman tune be ew ê nikaribe wekî berê bi rejîmê re be û dê dagirkerî bi dawî nebe.

Her wiha divê rejîma Sûriy ji zihniyeta xwe vegere û li xwe vegere. Ji bo rawestandina êrişên derve û  rizgarkirina herêmên dagirkirî divê bi hemû sûriyan re li hev bike.

Hin lihevkirinên di pratîkê de di navbera QSD û artêşa Sûriyê î de hene, ger ev lihevkirin veneguhere çareseriya siyasî dê bandoreke neynî li hemû sûriyan bike. Divê baş zanibe ku hewcedariya Sûriyê bi peymaneke siyasî ku tevahiya Sûriyê bigire nav xwe heye.

Rewşa herêmê ya heyî ber bi nakokî û gûrbûnê ve diçe. Ji bo em karibin sînorekî ji van nakokiyan re deynin û ji bo ku şerê Ukraynayê bandorê li herêmê û Sûriyê neke divê em dest bi diyalogên cidî bikin.

Lê mixabin, hîn jî Wezareta Karê Derve ya Sûriyê daxuyaniyan dide û tê de QSD`ê bi cihêxwaz û tevkariya bi derve re tawanbar dike, dibêje me ne sûrî ne. Ev daxuyanî ne rast in û parçekirina Sûriyê bi xwe re tîne, di heman demê de xizmeta yekitiya gelê sûrî û çareseriya siyasî li Sûriyê nake.

Hebûna Wezareta Karê Derve ya hikumeta Şamê piştî civîna sêalî li Tehranê, tê wateya ku bi aliyên din re jî dicive û dibe ku bi Tirkiyê re jî rûnê. Li ser asta îstixbaratê têkiliyên wê yên ewlehiyê pê re hene û dibe ku dewam bike jî, lewre ew ê nekeve xizmeta çareseriya siyasî û gelê sûrî. Beriya her tiştî divê dagirkerî were bidawîkirin û êrişên Tirkiyê werin rawestandin.

Em ne dijî peyman û diyalogên baş ên bi dewletên cîranan re ne, lê beriya wê divê dagirkerî û êriş bi dawî bibin, ger ev yek pêk neyê tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê û dê rê li pêşiya dagirkirina herêmên din jî were vekirin. Di encamê de divê her kes xeteriya vê yekê baş nas bikin.

Piştî civîna bi Îranê re dibe ku wezîrê karê derve yê Sûriyê bi Rûsya re bicive ji  erk u ji beriya deh salan ve hevalbend in, di heman demê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve di hin mijaran de destekê dide Sûriyê. Her wiha peymaneke girîng di navbera wan de heye û dixwazin pêşbikeve û dewam bike. Em jî ne li dijî van peymanan ne.

Divê Rûsya û Îran û hemû dewletên destekê didin Sûriyê zextê li Şamê bikin ku rêvebirina welat li gorî hişmendiya berê ne pêkan e, divê hişmendî were guhertin. Her wiha divê gavên nû ber bi çareserî û diyalogan werin avêtin. Divê hemû li hev bikin û ji bo bidawîkirina xeteriyên mezin ên li ser Sûriyê li hev bikin.

Beriya demekê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser li dijî planên li ser herêmê rewşa awarte ragihand. Li ser vê biryarê gotina we çi ye û çawa gelê herêmê dikarin dawî li van êrişan bîne?

Her tim em dibêjin ku dewleta Tirk amade ye êrişê bike û li desteka cîhanê digere. Heta niha êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov û topan didomîne. Rojane gelê bi êrişên qirkirinê re rû bi rû ye.  Îhtîmala êrişê heye. Heger bi destê dewleta Tirk bikeve dê tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û li benda tu kesî namîne. Lê diyar e ku pirsgirêk û astengî li pêşiya wê derdikevin, ji ber vê li çareseriyan digere da ku van astengiyan rake da ku fatora şerê xwe yên li dijî gelê me kêm bike

Divê em hemû hêz û enerjiya xwe bixin xizmeta şer de û xwe bi rêxistin bikin. Her wiha divê Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe li gorî vê xwe amade bikin çi di qada ewlehî, aborî, xizmetguzarî û aborî de be.

Heta ku em jiyaneke asayî bijîn wekî ku gef û êriş li ser me tune ne, divê her kes rewşenbîr û partiyên siyasî li gorî wê xwe bi rêxistin bike û amade bin.

Ger em ne birêxistinkirî û ne amade bin em ê nikaribin di tu şeran de bi ser bikevin. Lewma divê em di hemû aliyan de amade bin û ev ne tenê erka Rêveberiya Xweser e, lê belê ya civatê tevdî ye.

Em di wê baweriyê de ne ku ger amadekariya me baş ew ê serkeftin para me be. Niha amadekarî baş in lê ne li gorî ku tê xwestin, divê hîn zêdetirî amadekarî hebin. Bi vê yekê em ê li dijî êrişên muhtemel ên faşîzma Tirk bersiveke tund bidin û destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin.

(fr,eh)

ANHA