Şêniyên Hesekê banga hesabxwestina ji rejîma Erdogan kir

Şêniyên Hesekê bi daxuyaniyekê diyark irin ku civata navneteweyî û dewleta Iraqê berpirsên komkujiya li Zaxoyê ne ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye. Her wiha banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir.

Şêniyên Hesekê banga hesabxwestina ji rejîma Erdogan kir
21 tîrmeh, 2022   21:00
HESEKÊ

Şêniyên bajar Hesekê bi saziyên wê bi daxuyaniyekê êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Daxuyanî li Baxçeyê Rêbertî yê bajarê Hesekê ji aliyê welatiyê bi navê Ferhan Etiyê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, komkujiya Zaxoyê bi tundî hatin şermezaririn.

Heta gotin ku civata navneteweyî û dewleta Iraqê berpirsên komkujiyê ne ku ku binpêkirinên domdar ên Tirkiyê yên li ser serdestiya xaka Iraqê ranawestînin.

Şêniyan  sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û bang li Netweyên Yekbûyî û civata navnetweyî kir ku hesab ji rejîma Erdogan bixwazin.

ANHA