​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2022
21 tîrmeh, 2022   23:00

-Ciwanên meclisên malbatên şehîdan ên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Til Hemîs û Çiya Kurd têkildarî komkujiya li Zaxoyê ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû, daxuyaniyan didin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê forumekê li Zanîngeha Rojava li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavdêrê siyasî û pisporê qanûnî yê iraqî Feysel Rêkan têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî banga pêkanîna zextê li Tirkiyê kir û got:  “Biryara Konseya Ewlekariyê dê zextê li Tirkiyê bike û wê deyne ber astengî û cezayan." (BI WÊNE ).

- Ji fermandarên QSD'ê Zana Kobanê  got: "Heger dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a dagirkirinê li ser herêmên din ên Sûriyê pêk bîne, em ê bersiveke xurt bidin. Yên ku êrişî me bikin wê berdêlên giran bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî şermezar kir û bang li dewletên ereban kir ku binpêkirinên li dijî gelan rawestîne. Her wiha bang li eşîrên iraqî kir ku bi eşîrên sûrî re li hember dewleta Tirk bisekinin.

HEVPEYVÎN

- Bedran Çiya Kurd encamên eşkere yên civîna Tehranê nirxandin û bang li Tehran, Moskov û Şamê kir ku helwestên cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Çiya Kurd bang li welatiyên herêmê kir ku amadekariyên xwe li hember êrişên dewleta Tirk mezin bikin û got, amadekariyên baş misogeriya serkeftinê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kirin ku jina azad û rêxistinkirî dikare li hember dagirkeriya Tirk û çetetên wê bisekine û bang li pêkhateyên taxê kirin ku bi hevgirtin û rêxistina li gor stratejiya şerê gel ê şoreşgerî xaka xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Îsraîlê xwe spart serdana serokê Amerîkî Joe Biden a herêmê da ku armancên cuda wekî, avakirina koalisyoneke Rojhilat Navînî li dijî Îranê û normalîzekirina têkiliyan bi Erebistana Siûdî re pêk bîne, lê hêviyên wê neçûn serî. (BI WÊNE).

ANHA