​​​​​​​Li Qamişloyê semînerek  li ser geşedanên siyasî yên piştî civîna Tehranê hat dayîn

Navenda Firat a Lêkolînan semînerek bi navê “Pêşketinên siyasî piştî civîna Tehranê” li baxçeyê Xwendinê ya Qamişlo da.

​​​​​​​Li Qamişloyê semînerek  li ser geşedanên siyasî yên piştî civîna Tehranê hat dayîn
21 tîrmeh, 2022   20:04
QAMIŞLO

Semîner ji aliyê lêkolînera Navenda Firat a Lêkolînan Çinar Salih ve hat dayîn.

Çinar Salih bal kişand ser aloziyên ku dewleta Tirk di hundir û derve de dikişîne û diyar kir ku ev rewş dide xuyakirin ku dê hilbijartinên bê yên pêşwext ne li gorî berjewendiyên wê bin.

Çinar Salih wiha domand: “Eger piştî hilbijartinên 2023’an partiya desthilatdar nikarîbû hikûmetek ava bikira wê demê ew tê wê wateyê ku ew di hilbijartinan de bi bin ket û di encamê de jî dibe ku hikûmetek muxalifî hikûmeta hemdem neyê avakirin ji ber ku Erdogan ji bo astengkirina veguhestina desthilatdariyê amadekarî kirine ku artêşek ji terorîstên (Îxwan El-Muslimîn, Qaîde, Hîzbullahê Tirkî û DAIŞ) amade kirine da ku tevliheviyê hertim çêbikin eger AKP’ê di hilbijartinan de bi ser neket.”

Çinar Salih got: “Ev senaryo bi doza kurdî ve girêdayî ye, dibe ku Erdogan bixwaze ji nû ve deriyê aşitiyê veke û diyalogê bi birêz Ocalan re pêk bîne ji ber ku hikûmeta Erdogan baş nas dike ku xelas û berdewamiya wê bi dengên kurdan ve girêdayî ye.”

Di dawiya semînerê de Çinar Salih diyar kir ku serdana Erdogan a Tehranê gelek tiştan nîşan dide di serî de bêhêvîbûna Erdogan di stendina çiraya kesk ji dewletên rojavayî de nexasim Amerîka.

Li dawiyê , beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin û bersivên pirsan hatin dayîn.

(mh)

ANHA