​​​​​​​Şêniyên Tebqayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraq û Sûriyê li Tebqayê bi meşekê hatin şermezarkirin.

​​​​​​​Şêniyên Tebqayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan
21 tîrmeh, 2022   20:27
TEBQA

Artêşa Tirk a dagirker duh li gundê Perexê yê Zaxoyê cihekî geştiyarî kir hedef, di encamp de 9 kes hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bûn.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi diruşma "Bi rihê gel ê şoreşgerî em ê faşîzma Tirkiyê têk bibin", meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Çerxerêya Polîsên Leşkerî ya naverasta bajarê Tebqayê dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirn.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şehîd Hanî El-Ilês veguherî mîtîngê.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger endamê tevgerê Mihemed El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û komkujiya li Zaxoyê hatin şermezarkirin.

Hate gotin ku Erdogan bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên sivîlan û kesên bê guneh dike hedef û sûcên wê di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin.

Di daxuyaniyê de hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê û Iraqê hat şermezarkirin û hate gotin: "Em ciwanên şoreşger em ê mil bi mil bi QSD'ê re di xendeqekê de li hemberî sûcdar Erdogan bisekinin."

ANHA