Ji parlamanterekî Katalonyayê peyama salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Endamê Parlamantoya Katalonyayê  bi peyameke bi dîmen salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Ji parlamanterekî Katalonyayê peyama salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê
21 tîrmeh, 2022   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama bi dîmen de, parlamanterê Katalonyayê Robin Wikensburg salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Parlamanterê Katalonyayê wiha anî ziman: “ Ji Parlamantoya Katalonyayê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê; li vir me Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî nas kir. Em salvegera Şoreşa Rojava li we pîroz dikin. Wekî din ji ber gefên ji aliyê Tirkiyê ve yên li ser xaka we û gelê we em ne rihet in."

Robin Wikensburg piştgiriya xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî ziman.

Tê zanîn ku parlamantoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha 2021’an de statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  fermî nas kir.

(mh)

ANHA