Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan

Şêniyên Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga berxwedanê li hemberî planên dagirkeriyê kir.

Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê meşiyan
21 tîrmeh, 2022   18:24
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê li Qada Jina  Azad a bajarê Kobanê kom bûn û bi diruşmeya "Qatil Erdogan" û "Bimire xiyanet" dest bi meşekê kir.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bê mirov a bi çek êrişî Kobanê kir. Di encamê de du şervanên QSD'ê şehîd bûn. Duh jî li gundê Perexê yê Zaxoyê komkujiyek pêk anîn.

Şêniyan ber bi daristana Kobanê cihê ku êriş lê hatibû kirin ve meşiyan. Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: "Duh Zaxo bû û îro herêma di navbera Hesekê û Amûdê de bû. Mijar hedefgirtina kurdan li her dever ye, sedem ew e ku Erdogan di hundir de têk çûye.

Em wekî ciwan û QSD'ê em ê hedekî ji Erdogan û alîgirên wî re deynin. Her ciwan û şervanekê wê tola hevalên xwe yên şehîd hilîne.''

Derwîş anî ziman ku ew ê bi şerê gel ê şoreşgerî bersiveke xurt bidin Erdogan.

ANHA