Balafireke keşfê ya xwekuj êrişî Til Rifetê kir: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Balafireke keşfê ya xwekuj a dewleta Tirk a dagirker êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir, di encamê de yek ji wan efser, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Balafireke keşfê ya xwekuj êrişî Til Rifetê kir: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
19 tîrmeh, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihê ji herêmê, droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Til Rifetê ya kantona Şehbayê hedef girt, di encamê 2 endamên hêzên hikumetê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, yek ji birîndaran bi rutbeya efser e, navê wî jî Elî Xadro ye.

Lê tu hûrgiliyên din nehatin eşkerekirin.

(fr)

ANHA