​​​​​​​YPJ: Em ê li hember gefên dagirkeriyê xwedî li şoreşa xwe derkevin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala xwe ya 10’emîn de zêdetir bi biryar û bi hêz e û got: “Em ê ji bo parastina jin, gel û şoreşa xwe li ber xwe bidin, şoreşa xwe mezin bikin û ser bixînin.”

​​​​​​​YPJ: Em ê li hember gefên dagirkeriyê xwedî li şoreşa xwe derkevin
19 tîrmeh, 2022   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, gaziyên şoreşê, berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, li gelê Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. 19’ê Tîrmehê di sedsala 21’emîn de li hemberî dagirkerî, mêtîngerî, bêedaletî û newekheviyê qêrîna jin, ciwan û tevahiya civakê ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku xwe dispêre dîroka berxwedêr a gelê Kurd îfadeya îdîa û biryardariya  azadiya gelan e. Ev şoreşa  ku jinan pêşengtiya wê kir li ser erdnîgariya Bakûr û Rojhilatê Sûrî jiyaneke nû afirand.

Serhildanên gelê Kurd ên ku bi sedsalan nîvço mabûn êdî rêya serkeftinê di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de dîtin û bi bîr û baweriya fikrê netewa demokratîk û ji Kobanê heta Efrîn, Dêrik û Qamişlo ala serxwebûnê hate bilindkirin û di nava 10 salan de ruxmê hemû êrişên siyasî, leşkerî û aborî li ber xwe da û xurt bû. Şoreşa dîrokî ya 19’ê Tîrmehê berhema Rêberê Gelan Abdullah Ocelan e. Rêber Apo bi ked û têkoşîneke bêhempa gelê Rojavayê Kurdistanê rêxistin kir û îro jî ev keda ku hate dayîn xwe bi pergala Rêveberiya Xweser xwe bi ceste kiriye. Afirînerê jiyana komînal û demokratik Rêber Apo hêz û baweriya jiyaneke azad ji bo tevahî cîhanê careke din şîn kir.

Têkoşîn û berxwedana jinan li hemberî desthildariyên heyî di hemû şoreşan de ciheke girîng girtiye. Ji şehîdên me yên destpêkê Silava, Bêrîvan, Rûksen, Jînda, Özgür heya dayîkên me yên fedakar Yadê Gulê, Yadê Eqîde, jinên têkoşer Hebûn, Zehra, Amîna, Hind û Saada dîsa şehîdên Enternasyonal Lêgerîn (Alina Sanchez), Hêlîn (Anna Campbell), Avaşîn (İvana Hoffman), Sarya Bulut, Ceren Güneş jinên ku di vê şoreşê de berdêl dan û canê xwe feda kirin. Bê guman ev şoreş bi keda van jinan û bi keda gelê me pêk hat. Dîsa kedeke mezin a heval Hevrîn û heval Ferhat divê şoreşê de heye ku hemû temenê xwe de ji bo şoreşê kar kirin, şoreş mezin kirin û şoreş gihaşte 10 saliya xwe.

Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ji hemû gelê pêkhateyên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî re dibêjin çawa jin û gelê me destpêka şoreşê de ked dan, divê îro jî weke pêngava me ya şoreşê a duyemîn ku em dibêjin pêngava inşa û parastina şoreşê, hemû pêkhate xwedî şoreşa xwe derbikevin, dibe ku roja îro girêdayî rewşa aborî hinek şert û mercên zehmet, herwiha pirsgirêkên civakî hebin, lê her roj êrîşên qirkirinê li ser herêmê tê meşandin û dixwazin şoreşa me ji holê rabikin. Ji ber vê yekê di pêvajoyeke wisa de em hemû pirsgirêkên xwe bidin milekê û divê hemû gelê me yê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen derdora şoreşa xwe bibin yek, li hember êrîşên dagirkeriyê nan û ava xwe amade bikin û xwe di derên bin erd de bi cih bikin, alîkariya şervanên xwe bikin û xwe jî ji şer re amade bikin. Çawa ku dema ev çirûska şoreşê ji aliyê gelê herêmê ve hate pêşxistin hemû gelê azadîxwaz lê xwedî derket, pêwîste îro jî li hemberî her cûre gefên dagirkeriyê xwedî lê vê şoreşê derbikevin. Xwedî derkertina Şoreşa 19’ê Tîrmehê erkeke mirovbûnê ye. Ji bo vê yekê jî me çawa bi gelê xwe re mil bi mil ev şoreş ava kir pêwîste ji vir û şûnda jî em ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji vê zêdetir kar û xebat bidine meşandin. Di van rojên ku careke din gefên dagirkeriyê ji aliyê faşîzma Erdogan ve li ser herêmên me tenê kirin de, bila hemû raya giştî û cîhan bizanibe em ê bi gelê xwe re berdêla wê çi dibe bila bibe axa xwe biparêzin.

Weke YPJ hem li hemberî feraseta cînsiyetperez a civakî hem jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê têkoşîna ku hate dayîn di asta çawanî de ji civakên azadîxwaz re bû remzeke dîrokî. Weke hêzên YPJ’ê me çawa ji pêkanîna şoreşê heya tarîtiya çeteyên DAIŞ ku bibû xewna bi tirs a mirovahiyê şer kir em ê îro jî li hember hemû êrîşên li ser şoreşa xwe tê bikoşin li ber xwe bidin. Ev şoreş berhema kedeke ku li ser ruyê cîhanê tu emsalê wê nîne ve pêk hat, em jî hevrê û şopdarên ewên ku şoreş ava kirin in, ku niha xwedî erka xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê dikin. Ji ber wê jî çawa ku me bihust bi bihust li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî çeper girt şoreş ava kir em ê ji bo parastina jin, gel û şoreşa xwe bi heman rihê ber xwe bidin, şoreşa xwe mezin bikin û serbixînin."