YPG`ê 19`ê Tîrmehê pîroz kir: Em ê soza serkeftina azadiyê tekez pêk bînin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê salvegera 10`emîn a Şoreşa Azadiyê ya 19`ê Tîrmehê li mirovahiyê pîroz kir û got: “Soza serkeftina azadîyê ku me daye gelên xwe em ê tekez pêk bînin û hêvîya mirovahîyê ji Şoreşa Rojava mayînde bikin.”

YPG`ê 19`ê Tîrmehê pîroz kir: Em ê soza serkeftina azadiyê tekez pêk bînin
19 tîrmeh, 2022   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di salvegera 10’emîn de em Şoreşa Azadîyê a 19`ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên xwe, li gelên xwe yên herêmê, li şervanê xwe û li tevahî mirovahîyê pîroz dikin. Şoreşa Azadîyê a Rojava li ser hîmên paradigmaya Rêber Apo û bi kedên bi hezaran şehîdan û dildarên wê 10 salê xwe bi gelek dersên dîrok dihewîne temam kir. Di ti şoreşan de nehat dîtin ku wek şoreşa Rojava di 10 salên xwe yên destpêkê de ewqas bi zor û zehmetîyê ra rûbirû bimîne. Ji ber vê yekê şoreşa me ji vê hêlê de mînakeke yekane ye. Her çi qas kêm û kurtasîyên xwe di pratîkê de hebin jî li hember her cûre êrîşên dijber ra li ber xwe da û paradîgmaya azadîyê di her qadê de jîyanî kir.

Şoreşa Rojava ji texmînan wêdetir xwe gihand mirovatîyê û bi karakterê xwe yê enternasyonalîst di salê xwe yên destpêkê de ev pêk hat û qezenç kir. Bi taybet şerê me yê li dijî DAIŞ`ê ku bi berxwedana Kobanê gihişt lutkeyê, çar alîyên cîhanê bandor kir û ji her welatên cîhanê bi sedan ciwanên azadîxwaz û têkoşer tevlî nav refên YPG/YPJ`ê bûn. Bêgûman ne tenê ji alîyê leşkerî ve bi bandor bûn, di esas de modernîteya kapîtalîst a ku civakan û bi taybet ciwanan ji hev parçe dike û belav dike dîtin ku rêya çareserîyê û ketina rêya herî rast di nav şoreşa Rojava de cihgirtinê ye. Ji wan bi dehan enternasyonalîstan di demen cûda de di şerê me yê li dijî dagirkeran de şehîd ketin. Em wan şehîdên xwe bi vê wesîleyê ve cardin bi bîr tînin.

Bêguman Şoreşa Rojava bi jina azad ve tê nasîn. Ji xwe Rêber Apo got “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.” Ji ber ku jin di her qadên jîyanê de hertim bi hişmendîya serdest a zilam de paş hatin hiştin û rengê wan ne dîyar bû. Bi fikr û felsefeya Rêber APO xwe pêçandin û bûn pêşengê Şoreşa Rojava. Di her qadên jîyanê de û leşkerîyê de rengê xwe diyar kirin. Bi avakirina hêza jinê a leşkerî û avakirina pergala demokratîk a Rêveberiya Xweser de rola esasî girtin ser milên xwe. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xeta ekolojîk, demokratîk û azadîya jinê de perwerde kirin. Gelek pirsgirêkên civakî ku hîn di rojeva cihanê de ne û negihîştinê encamekê, bi Şoreşa Rojava ve bi pêşengtiya jinan, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pirsgirêk hatine çareserkirin û ev yek jî ji bo hemû cîhanê bûye alternatîfek.

Ruxmî van pêşketinên 10 salên zor û zehmetîyên a Şoreşa Rojava li pêşeroja me hîn gelek pirsgirêkên ku bên çareserkirin hene. Ji destpêka şoreşa me ve destkeftîyên me bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku naxwazin li herêmê me jîyaneke aram bê avakirin. Gelên herêmê ku ji Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûr, Ermen, Tirkmen û ji gelek bawerîyan pêk tê ji bo ku deskeftîyên xwe û pergala demokratîk a gelan ava kiriye biparêzin û herêmên ku di bin dagirkerîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de ne rizgar bikin, di nav berxwedanek bêhempa de ne. Em li vir careke din dubare dikin ku soza serkeftina azadîyê ku me daye gelên xwe emê teqez pêk bînin û hêvîya mirovahîyê ji Şoreşa Rojava mayînde bikin.

Em careke din 10 salîya Şoreşa Rojava li tevahî mirovahîyê pîroz dikin. Em bi vê hêvî û bawerîyê ne ku, bi têkoşîna me ya bi salane ku di pêş me de ye, em bi gelên xwe ve hîn gelek serkeftinan pîroz bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin.”

(cx)