Welatî: Em amade ne çekê rakin

Koçberên Efrînê û şêniyên navçeya Tirbespiyê piştgirî da Însiyatîfa partiyan a ji bo girtina qada hewayê ya herêmê û rêgirtina li pêşiya dagirkeriya Tirk û gotin ew amade ne çekê rakin û li hember hemû êrişên li dijî herêmê bisekinin.

Welatî: Em amade ne çekê rakin
Welatî: Em amade ne çekê rakin
Welatî: Em amade ne çekê rakin
Welatî: Em amade ne çekê rakin
Welatî: Em amade ne çekê rakin
Welatî: Em amade ne çekê rakin
19 tîrmeh, 2022   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Hezîranê de, bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û Rûsyayê kir ku qada hewayê ya herêmê bigirin da ku rê li pêşiya sûcên Tirkiyê bigirin. Her wiha bang li gel kir ku hemleyan li dar bixin û fişarê bikin da ku hesab ji Tirkiyê bê xwestin

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Telal El-Hiwar îşaret bi wê yekê kir ku girtina qada hewayê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bona sûcên rojane yên Tirkiyê li dijî kesayetên welatparêz û şêniyên herêmê rawestin ku di nav zeviyên xwe de li seranserî sînor kar dikin.

El-Hiwar teqezî bi destekdayîna şêniyan ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re kir û got: “Em şênî, amade ne şoreşeke civakî li dar bixin, çekê rakin û li rex hêzên xwe yên leşkerî li hember xeteriya dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Em bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku mudaxele bikin û nehêlin Tirkiye komkujiyan li dijî şêniyan pêk bîne.”

Welatiya bi navê Îbtîsam Muhyedîn jî îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got ew hewl dide şêniyan bitirsîne û destnîşan kir ku balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker rojane welatiyan dikin hedef.

Îbtîsam Muhyedîn teqez kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî û NY`yê rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

`DIVÊ GELÊ ME TÊ BIGIHÊJE VÊ RASTIYÊ KU KURD HEMÛ JI BO TIRKIYÊ DIJMIN E`

Welatiyê bi navê Musa Musa jî got ew piştgiriyê dide îsniyatîfa partiyan a têkildarî pêwîstiya girtina qada hewayê ya herêmê û got: “Em li rex QSD`ê ne.”

Musa daxuyand ku şêniyên herêmê di nav ewlehiyê de ne, rojekê li ser Tirkiyê û sînorên wê nebûn gef ruxmî ku dewleta Tirk her tim bi rêya balafirên bêmirov û biçek sivîlan dike hedef û wiha pê de çû: “Divê NY, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya Federal pabendî lihevkirinên navneteweyî bin, sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin bi rêya girtina qada hewayê ya herêmê.”

Koçberê bi navê Mihemed Ekaş jî bang li gel kir ku tê bigihêjin armancên dagirkeriya Tirk û xeteriya dagirkirina Til Rifetê û got: “Divê em fêm bikin ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike, gelên herêmê qir bike. Dîrok jî li ser vê şahid e ku beriya wê osmaniyan wisa kir. Dewleta Tirk hewl dide li Başûrê Kurdistanê gelek herêman dagir bike bi rêya êrişên ku ji gelek mehan ve li dijî gerîla pêk tîne. Armanca wê ya sereke jî temamkirina projeya xwe ya dagirkirinê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Ekaş bang li gel kir ku divê baş fêm bike ku dagirkerî bi çi difikire û timayên wê çi ne, Tirkiye kurdan hemû dijminê xwe dibîne û divê werin kuştin.

`HEZA GEL HER TIM BI SER DIKEVE`

Koçbera bi navê Fehîme Elî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hicetên wê jî ne rewa û ne rast in û wiha domand: “Li hember vê rewşê jî, civata navneteweyî bêdeng e.”

Fehîme Elî teqez kir ku ew ê li hember êrişan li gorî şerê gel ê şoreşgerî bisekinin û bang li Rûsya kir ku qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyê bigire û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em ê li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan bisekinin. Divê Rûsya qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyê bigire ji ber ku ev balafir dê komkujiyan li dijî sivîlan pêk bîne mîna li Efrînê kiriye.”

Koçbera bi navê Elîfe Osman jî bang li kurdan kir ku di vê pêvajoya çarenûsî de erkê xwe bînin cih, ji ber dewleta Tirk her tim gef li herêmê dixwe û divê jê re îsbat bikin ku hêza gel her tim bi ser dikeve.

Elîfe Osman teqez kir ku dê bi berxwedanê vegerin kantona Efrînê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em ê Til Rifetê biparêzin û nahêlin bê dagirkirin. Em ê vî bajarî ji êrişan biparêzin ji ber berxwedana me li Şehbayê, ne bê wate ye û dê bi vegera li Efrînê tacîdar be. Divê aliyên banga mafên gelan dikin, piştgiriya me bikin, helwesta xwe li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Em jiyana di bin rehma dijmin de qebûl nakin.”

(şx)

ANHA