​​​​​​​Saziya Olî ya Herêma Firatê: Xweparastin erkekî pîroz û olî ye

Ji rêveberên Saziya Olî ya Herêma Firatê Şêx Ebdurehman Şewket diyar kir ku xweparastin erkekî pîroz e û bang li şêniyan kir ku li hemberî êrişên ji derve gotin û helwesta xwe bikin yek.

​​​​​​​Saziya Olî ya Herêma Firatê: Xweparastin erkekî pîroz û olî ye
19 tîrmeh, 2022   01:50
KOBANÊ

Xweparastin mafekî pîroz ê her ferdekî ye û ji  hîmên sereke yên sîstema gerdûnê ye da ku bi ewlehî bijî. Li ser mijarê endamê rêveber ê Saziya Olî ya Herêma Firatê Şêx Ebdurehman Şewket  ji ANHA'yê re axivî.

Şêx Ebdurehman Şewket anî ziman ku parastin şertekî esasî ji bo parastina herêmê ji êrişên derve ye û got: "Xweparastin erkeke ku li ser her ferdekî di vê gerdûnê de ferz e. Xwebûn xwedî girîngiyeke mezin li gel xaliqê vê gerdûnê ye û xweparastin ji 5 pêwîstiyan e ku di şerîetan de hatiye diyarkirin. Dema em vegerin dîroka îslamê em ê bibînin ku şerên mislimanan ji bo xweparastinê bû, lê niha ev ol ji aliyê komên tundraw ve hatiye berovajîkirin ku kirine ol serjêkirin û qetilkirinê."

/kr/uploads/files/2022/07/18/190856_-2.webp

Têkildarî çawaniya parastina xakê Şêx Şewket anî ziman ku parastin tiştekî xwezayî ye û ev xweza dihêle ku mirov li hemberî dijmin bisekine û got: "Divê em xwedî îrade bin û ji welatê xwe hez bikin. Divê em parastina welatê xwe bikin û ji dijmin re nehêlin. Divê em welatê xwe ava bikin. Dijminên me bi hemû rêbazan êrişî me dike. Yekitiya gotina me û helwesta me me ji van xeteriyan diparêzin."

Şêx Ebdurehman Şewket banga parastina welat li şêniyan kir û wiha domand: "Mirov di parastinê de xwedî şeref e. Îslamê ji me re diyar kir ku yên ku di oxira parastina xaka xwe de jiyana xwe ji dest dide şehîd e. Tişta herî bi şeref li cem mirov rih ku xweda daye wî/ê. Dema ku mirov rihê xwe di ber xak û welatê xwe de dide şehîdek zindî ye û tu cih ji vê cihî bilindtir  nine."

Endamê rêveber ê Saziya Olî ya Herêma Firatê Ebdurehman Şewket anî ziman ku parastin erka her ferdekî ku li ser vê xakê dijî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em dersan ji dîroka parastina xakê û serkeftinên li hemberî êrişkaran bigirin. Heger em nebin destek û bi hemû hêza ku xweda daye me parastinê nekin, wê rewşa me baş nebe. Dijmin nabêje ev biçûk  e û ev mezin e, derdê wî yê yekane qirkirina me, talankirin û koçberkirina me ye. Ji ber vê yekê xweparastina erkekî olî ye."

(bb)

ANHA