​​​​​​​​​​​​​​MSD: Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyeke nîştimanî ye û divê li ser destkeftiyên din bên avakirin

MSD`ê salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got: Ew berdewama şoreşa gelê Sûriyê bi giştî û ravekirina daxwazên sûriyan e di guhertin, demokratîk û avakirina Sûriyeya nûjen de ye.

​​​​​​​​​​​​​​MSD: Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyeke nîştimanî ye û divê li ser destkeftiyên din bên avakirin
18 tîrmeh, 2022   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneysa salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyandî da.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “19`ê Tîrmehê; salvegera 10`an a destpêkirina şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava ye ku berdewama şoreşa gelê Sûriyê bi giştî ye û pêkhatina daxwazên Sûriyê yên guhertin, demokrasî û avakirina sîstemeke nûjen li ser esasê hemwelatîbûnê û bingehên jiyana hevbeş û li ser bingeha nasnameya neteweyî rave kir.

Di bibîranîna vê boneya pîroz de, divê em hurmetê bidin berxwedana dîrokî ya kur û keçên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cuda ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û yên din li Kobanê ku sembola berxwedan û qehremaniyê ye. Wan modeleke ronak ji bo Sûriyê li bendemayî pêşkêş kir bi rêya hevgirtina xwe li dijî hêzên terorîst û tundrew, heta bigihêje Baxozê, cihê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi piştgiriya Koalisyona Navneteweyî, rêxistina terorîst DAIŞ, piştî zêdetir 11 hezar şehîd û du qat zêdetir birîndar dan.

Avakirin bi azadbûnê re destpê kir. Şêniyên herêmên rizgarkirî ji bo hêsankirina kar û barên gel û dabînkirina ewlekarî û aramiyê, sazûmanî û saziyên sivîl ava kirin. Ev kar û xebat bi avakirina rêveberiyeke herêmî anku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdar bû ku bi tecrubeyeke pêşketî ya rêveberiyê pêşkêş kir.

Em girîngiyê didin vê ezmûnê û vê cejnê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin, ku nirxên jiyana hevbeş û aştiyê ava kirin û îsbat kir ku beşdarbûn û bihêzkirina jinan di pêşketin û pêşxistina civakan de faktoreke diyarker e. Dilê her civakekê ciwan e, lewra derî ji wan re vekir û hêz da wan û tê gihîşt ku di dehsalên borî de sûrî ji beşdarbûn û avakirinê bêpar hiştine, lewma pêkhateyan bi pêş xist, pirrengî û cihêrengiyê teşwîq kir ku taybetmendiya Sûriyê ye û yasa ji bo parastina wê danîn.

Em di vê ezmûnê de dibînin ku civak kariye xwe bi rê ve bibe wek stûna bingehîn a nenavendîbûnê û modelek ji bo Sûriyeya paşerojê ku em tenê dixwazin ji dagirker, zalim û terorîstan rizgar bibe. Yek be û xwedî serdestî be mîna ku sûrî dixwazin demokratîk, pirreng û nenavendî be. Welêt biparêze û pêvajoyeke aramtir û pêşketîtir ava dike.

Ev bone hemwextî qonaxeke dîrokî ya gelek metirsîdar e rast tê, ku pêwîstiya welatê me bi hevgirtinê li hember gefên Tirkiyê û armancên wê yên berfirehtir heye. Dewleta Tirk her merceke herêmî yan jî navneteweyî bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên li Sûriyê pêk bîne ku di encama siyasetên Tirkiyê de ji her demê bêtir bi parçekirinê re rû bi rû maye.  

Em ji deriyê yekitiya jiyanê û berjewendiyên netewî di navbera bajar û herêmê Sûriyê de, ji bo parastina nasnameya welat, serwerî û sînorên wî; bang li hemû gelên Sûriyê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê û timayên wê helwestê bikin yek û kar bikin, asta hevrêzî û hevkariyê bilind bikin ji bo pûçkirina van hewlên ku dixwazin aloziya Sûriyê dirêj bikin û bikin dewleteke têkçûyî, tundrewiyê û li ser ewlehiya herêmî gef be.

Her wiha em daxwaz dikin ku çareseriyeke adil ji doza kurdî li Sûriyê re wek pirsgirêkeke niştimanî bê dîtin û hemû mafên rewa yên gelê kurd bên naskirin.

Ji vir, bi têgihiştina ji gefên li dijî yekitiya welêt û ji mantiqa berpirsiyariya niştimanî, em bang li welatên ku di dosya Sûriyê de cih digirin, bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, Rûsya Federal û saziyên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û bixebitin ji bo ku Sûriyê ji xwînrijandinê û êşên koçberiyê rizgar bikin, dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê bi dawî bikin û ji bo çareseriyeke siyasî û cîbicîkirina biryarên navneteweyî li ser Sûriyê bixebitin bi taybet biryara 2254.”

ANHA