​​​​​​​Rojnamegerên Kobanê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

Rojnamegerên Kobanê şehîd Mistefa Mihemed di salvegera 6`an a şehadeta wî de li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê bi bîr anî.

​​​​​​​Rojnamegerên Kobanê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
18 tîrmeh, 2022   17:29
KOBANÊ

Bi dehan rojnamegerên Kobanê bi merasîmekê rojnamevan Mistefa Mihemed di salvegera şehadeta wî ya 6`an de bi bîr anî ku di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê de sala 2016`an şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi navê Yekitiya Ragihandina Azad endamê yekitiyê Şivan Mesê axivî û got: “Şoreşa me berhema têkoşîna şehîdên me ne ku canê xwe di oxira vê axê de kir qurban. Şehîd Mistefa yek ji sembolên ragihandina şoreşgerî ye ku hewl da bi deng û kameraya xwe serkeftinên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hêzên tarî li Minbicê ragihîne.”

Mesê şopandina rêya şehîdan û ragihandina rastiyê, parastina rojnamegeran da ji ber ku ew dengê civakê û eynika wê ne ku rewşa wê vedibêjin û rê li pêşiya nifşên bê ronî dikin.

Her wiha edîtora ANHA ya herêma Firatê Dîcle Ehmed axivî û got: “Şehîd Mistefa bi kameraya xwe şer kir. Êşa bajarê xwe gihand cîhanê heta gihaşt asta şehadetê. Rastiya ku ji cîhanê re eşkere kiriye bû şahid li ser fedakariya ku ji bo gelê xwe kiriye.”

Dîcle Ehmed soz da şehîd Mistefa Mihemed, Dilîşan û hemû şehîdan ku şopdarên rêya wan bin, bibin dengê rastiyê û rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin heta ku gelê herêmê azad dibe û hemû herêmên dagirkirî rizgar dibin.

Di dawiyê de rojnamevanan serdana gora şehîd Dilîşan Îbiş jî kir.

ANHA