Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê: Ji bilî berxwedana li hember dagirkeriya Tirk tu rê tune ne

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku ji bilî berxwedana li hember dagirkeriya Tirk û hevgirtina bi hêzên leşkerî re, tu rê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê: Ji bilî berxwedana li hember dagirkeriya Tirk tu rê tune ne
18 tîrmeh, 2022   17:53
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kom bûn.

Yekitiya Rewşenbîran daxuyaniyek belav kir û ji aliyê hevseroketiya Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Kurdyar Dirêî û Anahîta Sîno ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker şerê aliyên demokratîk ên hundirê Tirkiyê dike û li dijî hêzên azadiyê yên derveyî sînorê xwe siyaseta qirkirinê dide meşandin. Her wiha ew bi rêya komên çete yên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir û talan kirine û guhertina demografiyê tê de pêk anîn, destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava hedef digire. Tevî vê yekê jê, bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên dagirkeriya Tirk hişt ew pêkanîna sûc û komkujiyan bidomîne.

Em wek Yekitiya Rewşenbîran û li gor erkê ku dikeve ser milên me her wiha ser milê hemû aliyên siyasî, yekitiyên rewşenbîrî, saziyên civaka sivîl û kesên welatparêz jî, em sekna xwe ya li kêleka QSD’ê û biryarên wê radigihînin.

Em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin nexasim ji ber ku di 19’ê Tîrmehê de civînek di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê heye û dewleta Tirk a dagirker helbet dê hewl bide piştgiriyê ji xwe re bi dest bixe da ku şerê xwe ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide meşandin, vebijêrka me Rêveberiya Xweser a Demokratîk û QSD’ê ye.

Em xwe wek beşekê ji erkên ku fermanerê QSD’ê Mazlûm Ebdî daya xuyakirin dibînin, em ê bi destkeftiyên gelê xwe re bin û serî li ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê netewînin.”

(mh)

ANHA