​​​​​​​Dest bi xemilandina Stada Şehîdên 12`ê Adarê hat kirin

Bi rasthatina salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, Komîteya Amadekar a Şahiyên 19`ê Tîrmehê, dest bi xemilandina Stada Şehîdên 12`ê Adarê kir.

​​​​​​​Dest bi xemilandina Stada Şehîdên 12`ê Adarê hat kirin
18 tîrmeh, 2022   17:08
QAMIŞLO

Sibe salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Bi vê boneyê re wê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, Komîteya Amadekar a Şahiyan dest bi xemilandina Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişlo kir.

Alên YPG, YPJ, QSD, TEV-DEM, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan li stadê hatin daliqandin.

Li gorî Komîteya Amadekar şahî wê sibe saet di 17:00`an de li Stada Şehîdên 12`ê Adarê li Qamişlo li dar keve.

ANHA