Saziyên sivîl ên Efrîn û Şehbayê dengê xwe tev li banga girtina qada hewayê kir

Îro Kongra Star, Yekitiya Êzîdiyan, rûspiyên eşîrên Şehba û Efrînê bi daxuyaniyan dengê xwe tev li banga Koordînasyona Partiyên Siyasî ya ji bo girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kirin.

Saziyên sivîl ên Efrîn û Şehbayê dengê xwe tev li banga girtina qada hewayê kir
18 tîrmeh, 2022   16:09
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongra Star a herêma Efrîn li qada Kampa Serdem a li navçeya Ehdas, bi dehan rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê, her wiha bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan li qada navçeya Ehdas kom bûn, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember balafirên dagirkeriya Tirk bigirin.

Der barê vê yekê de, saziyên sivîl daxuyaniyek belav kir ku ji aliyê Ronahî Şêxo û Elîf Şêx Ehmed ve hat xwendin.

Her wiha daxuyaniya Yekitiya Êzidiyan ji aliyê endama yekitiyê Orîvan Sîdo ve û endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyan a yekitiyê, Mistefa Nebo ve hat xwendin.

Daxuyaniya rûspiyên eşîrên Efrînê jî ji aliyê Cuma Wilo ve hat xwendin û daxuyaniya rûspiyên eşîrên Şehbayê ji aliyê Şêx Elî El-Xemîsî ve hat xwendin.

Her wiha meclis û saziyên leşkerî di daxuyaniyên xwe de salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker derveyî nirxên mirovî û exlaqî ne wek ên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, ew dixwaze bi rêya gef û êrişên xwe yên rojane deverên nû dagir bike.”

Saziyên sivîl di daxuyaniyên xwe de dan xuyakirin ku ew dengê xwe tev li banga Koordînasyona Partiyên Siyasî ya girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dikin.

(mh)

ANHA