Li Qamişlo panelek der barê rola ciwanan de di têkbirina êrişan de

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişlo panelek der barê armancên êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola ciwanan de di têkbirina wan êrişan de, li navenda TEV-DEM`ê ya li Qamişlo li dar xist.

Li Qamişlo panelek der barê rola ciwanan de di têkbirina êrişan de
18 tîrmeh, 2022   15:54
QAMIŞLO

Di destpêka panelê de ku endamên Yekitiyên Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê tev li bûbûn, endamê rêveber ê ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hogir Elî wiha axivî: “Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe j bo sekna li hember êrişên dagirkeriya Tirk baş amade bikin, her wiha divê ciwan jî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin ji bo êrişên dagirkeriyê têk bibin.”

Hogir Elî wiha domand: “Divê hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li erkê xwe di hemû aliyên jiyanê de, ne tenê yê leşkerî, derkevin.”

Piştre, beşdaran armancên êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola ciwanan di têkbirina wan êrişan de nîqaş kirin. Her wiha destnîşan kirin ku divê ciwan ji bo avakirin û pêşxistina civakê bixebitin û ne tenê di aliyekî de, lê belê di hemû aliyên jiyanê yên siyasî, civakî û aborî de cih bigirin.

Di dawiya penalê de ciwanan soz da ku li ser şopa neteweya demokratîk bin û li hember hemû cureyên êrişan bisekinin.

 (mh)

ANHA