Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê salvegera 10`an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin, her wiha gef û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê salvegera 10`an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin
18 tîrmeh, 2022   16:52
KOBANÊ

Daxuyanî li pêşiya avahiya zanîngehê bi beşdarbûna bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê, ji aliyê endama Arşîva Kar û Barên Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê Sozdar Mehmûd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hember zordarî û faşîzmê şer kir. Di dema ku gelê herêmê rastî gef û êrişan tê, ciwanên wê bûne hêviya pêşerojê û sembola îradeya xurt.

Ciwanên vê herêmê mirovahî tevde parastin û karîbûn rêveberiya xwe bi derfetên xwe yên kêm ava bikin, di dema ku dewletên mezin nikarîbûn vê yekê pêk bînin.

Jin rastî hemû cureyên zordestiyê yên ji aliyê civakê û hişmendiyên paşverû ve dihatin, lê jinan li Rojava karîbûn îradeya xwe bi pêş bixin û wan bendan bişikînin.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê bibe û destkeftiyên wê tune bike.

Lê niha dem dema hevgirtina civakê û ciwanan e ji bo têkbirina êrişan, her wiha pêşxistina asta xebatên sazî û partiyan e.

Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û destkeftiyên wan biparêzin. Em bang li rêxistinên navneteweyî bikin ku li hember gefên dagirkeriya Tirk helwestên nîşan bidin.”

(mh)

ANHA