Şandeya fransî û nûnerên partiyên siyasî li Qamişlo civiyan

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên şandeya fransî re ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê, gef û êrişên dagirkeriya Tirk civiyan.

Şandeya fransî û nûnerên partiyên siyasî li Qamişlo civiyan
18 tîrmeh, 2022   15:48
QAMIŞLO

Şandeya fransî ya bi rêveberiya wezîrê karên derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner, lêkolînerê kar û barên Kurdî Patris Franşîskî, nivîskara fransî Roksane Dimasyonovî, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Xalid Îsa, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm, bi nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendên Dîplomatîk a Qamişlo civiyan.

Bernard Kouchner di civînê de wiha axivî: “Girîng e ku behsa rewşa niha ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zehmetiyên heyî bikin, ez ê bi baldarî guhdariya we bikim da ku ez nas bikim partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê rewşa siyasî de çawa difikirin.”

Piştre, lêkolînerê kar û barên Kurdî Patris Franşîskî sedema serdana wan xuya kir û got: “Ji ber ku em hatin vexwendin ku beşdarî komxebata sibe bibin, hatin herêmê ku bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa Rojava tê li dar xistin. Ev tişta herî hindik ew e ku dostên we beşdarî vê komxebatê bibin.”

Piştre nûnerên 33 partiyan pirsên xwe yên der barê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û erkên ku ji Koalîsyon Navneteweyî tên xwestin de û rola Fransayê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji şandeya Fransî pirs kirin. Her wiha behsa dagirkirina dewleta Tirk a dagirker a deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhertina demografiya wê kirin.

Paşê şandeyê bersiva pirsên partiyên siyasî da û wezîrê karên derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner wiha axivî: “Hûn dizanin ku di demek nêz de dê civînek di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de were pêkanîn. Helbet tiştê ku ew ê bêjin û bikin ji bo me û we girîng e. Divê em ji bo bidestxistina encamekê bixebitin, dibe ku ne erênî be lê dîsa jî em ê li kêleka we bin. Em êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi carekê red dikin, her wiha em li kêleka kesên aştîxwaz ên Sûriyê ne nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

 (mh)

ANHA