​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê li Silêmaniyê were pîrozkirin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava wê li Silêmaniyê pîrozbahiyek li dar bixe û ji bo wê jî hemû welatiyên ji parçeyên din ên Kurdistanê vedixwîne.

​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê li Silêmaniyê were pîrozkirin
18 tîrmeh, 2022   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê wê bi boneya salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê (19’ê Tîrmeh) sibe li salona Ekwapark ya dikeve taxa Şekreke ya Silêmaniyê pîrozbahiyek li dar bixe.

Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pîrozbahiyê vexwendinnameyek weşand û herkesê vexwend pîrozbahiyê.

Li gorî vexwendinmayê wê pîrozbahî sibe di saet 17.00’an de dest pê bike. Di pîrozbahiyê de wê axaftin werin kirin û her wiha bernameyeke hunerî jî hebe.