El-Miqdad sibe digihêje Tehranê

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê sibe digihêje Tehranê da ku bi hempîşeyê xwe yê îranî Husên Emir Ebdullahiyan re roja çarşemê bicive.

El-Miqdad sibe digihêje Tehranê
18 tîrmeh, 2022   14:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Spuntik ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, got: “Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad dê sibe bigihêje paytexta Îran Tehranê û roja çarşemê dê bi hempîşeyê xwe yê îranî Husên Emir Ebdullahiyan re bicive.”

Her wiha diyar kir ku El-Miqdad dê bi Ebdullahiyan re têkiliyên dualî, encamên civîna Astana ya têkildarî Sûriyê nîqaş bikin ku dê sibe li Tehranê bi beşdarbûna serokên dewletan Îran, Tirkiyê û Rûsyayê li dar keve.

(şx)

ANHA