​​​​​​​Kesayetên siyasî û hunerî: Erê ji girtina qada hewayê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re

​​​​​​​Kesayetên siyasî û hunerî destnîşan kirin ku girtina qada hewayê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya tekane ya ku dihêle herêm û şêniyên wê bi aramî bijîn, her wiha banga serhildanê li hunermendan û kurdan kir.

​​​​​​​Kesayetên siyasî û hunerî: Erê ji girtina qada hewayê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re
18 tîrmeh, 2022   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, destpêkirina hemleya xwe “Haştag” a bi navnîşan “Qedexekirina firîna balafirên şer û yên biçek ên dagirkeriya Tirk li ezmanê Bakur û

Her wiha kesayetên siyasî û hunerî piştgiriya xwe ji hemleyê re nîşan dan û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember balafirên dagirkeriya Tirk bigirin.

Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê, Fîras Qesas di peyameke xwe de wiha anî ziman: “Erê ji qedexeya hewayî li ser ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ev çareseriya tekane ye ku derfetê dide herêmê û gelê wê ku bi aramî bijîn, her wiha ew çareseriya herî guncaw e ku dikare derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker bide û planên wê têk bibe û rewşa demokrasiyê ya li herêmê biparêze. Dengê xwe tev li dengên me bikin ji bo pêkanîna qedexeya hewayî li hember balafirên dagirkeriya Tirk li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

/ar/uploads/files/2022/07/18/130730_naryn-mtyny-1.webp

Seroka Teyar El-Musteqbel (Şepêla Pêşerojê) ya Kurdistanê, Narîn Metînî wiha anî ziman: “Her kes dizane ku rejîma Tirk a dagirker bi serokatiya Erdogan bûye yek ji Naziyên cîhanê wek Nîron, Holako, Hitler û Sedam, ku gelek binpêkirin der heqê deverên me de wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn û nirxên exlaqî û mirovî derbas kirin. Ji ber wê jî em bang li hemû aliyên navneteweyî û rêxistinên mirovî û civaka sivîl dikin da ku ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember balafirên dagirkeriya Tirk bigirin ji bo pêkanîna jiyaneke aram ji tevahiya gelê herêmê re di Sûriyeyeke federal a azad de.”

Her wiha Koma Şanoyê ya Bavê Teyar jî peyamek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî di serî de Amerîkayê re da, tê de wiha got: “Hûn çima çavên xwe li rastiyê digirin, hêzên me yên li herêmê DAIŞ têk bir, em banga qedexeya hewayî li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin hêzên xwe ji ber ku hevgirtina me dê rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker bigire û destkeftiyên me biparêze. Em jî wek komeke şanoyê bang li tevahiya hunermendan dikin ku dengên xwe tev li dengên me bikin, her wiha em bang li gelê me yê Ewropayê û hemû kurdan dikin ku ji bo pêkanîna qedexeya hewayî li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk serî hildin.”

(mh)