​​​​​​​Lîwa Şemal El-Demokratî: Şerê me dê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî bidome

Lîwa Şemal El-Demokratî piştrast kir ku ew amade ne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û got "Tu ferq di navbera tu devera xaka welatê me Sûriyê de tune ye. Ger dagirkeriya Tirk êrişî herêmê bike, dê şerekî giştî û dirêj dest pê bike. Ev şer heta ku ji Serêkaniyê heta bi Idlibê neyê rizgarkirin, dê raneweste."

​​​​​​​Lîwa Şemal El-Demokratî: Şerê me dê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî bidome
18 tîrmeh, 2022   08:30
REQA

Bi beşdariya Fermandariya Lîwa Şemal El-Demorkatî, şervanan toraneke leşkerî li dar xist. Piştre ji fermandarên Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Omer El-Idlibî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk gefan li dijî herêmê dixwe û pê re hikumeta Erdogan hewl dide bi hincetan bêbingeh û derew, xaka Sûriyê dagir bike û wiha dewam kir: "Li ser bingeha parastina rewa em ê wekî hêzên Lîwa Şemal El-Demokratî parastina bajar û gelê xwe bikin. Tu ferq di navbera xaka welat Sûriyê de tune ye. Em parastina rojhilatê Firatê wekî parastina Idlibê dihesibînin ku bajarê me ye û ji aliyê rêxistinên terorîst ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de soz ji bo gel û şehîdan hat dayîn ku dê di lehengî û fedekariyê de dersekê bibin dijmin û hate gotin: “Em ê şerekî dirêj û giştî bidin destpêkirin. Ev şer heta ku xaka Sûriyê ya dagirkirî ji Serêkaniyê û heta Idlibê neyê rizgarkirin, dê raneweste. Em ê hewldanên dagirkeriya Tirk têk bibin û bi fedekariyên şervanên me, xweragirtina gelê me, doza me ya ail û têkoşîna me ya pîroz dê dîrok mezintirîn şerên rûmetê binivîse.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza parastina xak û gelê herêmê ji êrişan hate dayîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştgiriyê didin têkoşîna wan a rewa û hêzên li eniyên şer parastina welat dikin, hate silavkirin.

(eh)

ANHA