QSD`ê li gundewarên Dêrazorê DAIŞ`iyek girt

Yekîneyên Antîterorê yên QSD`ê li bakurê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê ku amadekariya êrişên terorîst dikir, girt.

QSD`ê li gundewarên Dêrazorê DAIŞ`iyek girt
18 tîrmeh, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê got: “Yekîneyên Antîterorê (YAT) bi serkeftî tevger û peywendiyên çeteyekî DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê bakurê Dêrazorê şopandin û rê li pêkanîna êrişên terorîst li dijî hêzên leşkerî û kadroyên saziyên xizmetguzariyê yên li herêmê girt.

Li gorî şopandinê, yekîneyên me girt ser cihê terorîst lê dima, ew girt û çek û alavên peywendiyê yên pê re desteser kirin.

Terorîstê hatiye girtin li gorî delîlên bidîmen û deng ji bo lêpirsînê hat veguhastin û dê pêşkêşî dadgehê bê kirin.”

(cx)