​​​​​​​Çeteyan li Efrînê ciwanek revand

Çeteyên Feyleq El-Şam ciwanekî ji şêniyên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê ciwanek revand
17 tîrmeh, 2022   14:33
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku ku çeteyên Feyleq El-Şam îro ciwanê bi navê Welîd Berakat Selmo yê ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand.

Çavkaniyan diyar kir ku ciwan Selmo nehişt niştecihên ne ji herêmê, pez di nav zeviyê wî de biçêrînin, ji ber vê yekê çeteyan revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

(şx)

ANHA