Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo nirxandina kar û xebatên xwe di salên derbasbûyî de, nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyê bi giştî civîneke berfireh ji endamên meclisê yên herêmên cuda yên Sûriyê re li dar xist. Di civînê de Semah Şaranî bû berdevka fermî ya Meclisa Jinan a Sûriyê.

Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê civînek li Helebê li dar xist
17 tîrmeh, 2022   15:16
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo zêdekirina qada kar û xebatên xwe û derbaskirina kêmasiyên berê, civîneke berfireh li Helebê li dar xist.

Civîn li hola Star Layt li herêma Şiqeyif a taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Derdora 30 delegeyên Meclisa Jinan a Sûriyê yên herêmên cuda yên Sûriyê, berdevka fermî ya berê Lîna Berakat û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyê Sîlvan Elî tev li civînê bûn.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Bêrîvan Horo rapora rewşa siyasî xwend.

'DIVÊ JIN RÊYÊN BERXWEDANÊ LI DIJÎ ŞERÊN PERGALÊN KAPÎTALÎST BIBÎNIN'

Piştî xwendin û nîqaşkirina rewşa siyasî ji aliyê beşdaran ve, beşdaran diyar kir ku divê jin rêyên berxwedanê li dijî şerên pergalên kapîtalîst bibînin û wan şeran bidawî bikin, sedem û armancên van şeran analîz bikin.

Her wiha gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bi taybet ên li dijî destkeftiyên jinan hatin gotubêjkirin, beşdaran diyar kir ku gefên dewleta Tirk li dijî herêmê wekî ragihanda şerekî din ji aliyê kapîtalîsta cîhanî ve li dijî jinan û tevgerên wê yên rizgariyê ye.  

'REXNEDAYÎN BINGEHA DERBASKIRINA KÊMASIYAN E'

Paşê Bêrîvan Horo rapora kar û xebatên jinan xwend. Di raporê de kar û xebatên hatine meşandin, destkeftiyên ku hatine bidestxistin hatin bibîrxistin.

Di raporê de bal hate kişandin ser rola pêşeng a jinan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û di dawiyê de beşdaran teqezî bi pêwîstiya rexnedayînê kir wû wekî benda sereke ji bo derbaskirina kêmasiyan nîşan da.

DEWLEMENDKIRINA RAMANÊN BINGEHÎN JI GIRÎNGTIRÎN ARMANCÊN CIVÎNÊ YE

Çalakvan û endama dîwana civînê Şefa Sawan têkildarî civînê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku armanca sereke ya vê civînê komkirina jinên Sûriyê û dayîna hêmanên sereke yên berdewamkirina têkoşînê û nirxandina sazûmanî û xeletiyan e.

Şefa Sawan diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê xwedî fikrekî nû ye divê her demê were dewlemendkirin û asta afrîneriyê zêde bibe.

Di dawiyê de Şefa Sawan hêviya serkeftinê ji beşdaran re xwest. 

JINÊN XWEDÎ BIRYAR TÊ WATEYA PÊŞEROJEKE BAŞTIR

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê, Marîna Elî got jin faktorê sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku jin êdî dikare ji her demê bêtir, bi aloziya Sûriyê re mijul bibe.

Marina Elî di dawiyê de got jinên xwedî biryar tê wateya pêşerojeke baştir û îşaret bi rola meclisê di piştgiriya jinan de kir da ku wê bigihîne cihê çêkirin û girtina biryarê.

Di dawiya civînê de beşdaran Semah Şaranî wek berdevka meclisê hilbijart.

(şx)

ANHA