​​​​​​​Şênî û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê êrişên dagirekriya Tirk red kirin

Rûspî û endamên saziyên sivîl, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn û gefên dewleta Tirk a dagirker civînek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist. Beşdaran teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê li hember dagirkeriya Tirk kir kir.

​​​​​​​Şênî û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê êrişên dagirekriya Tirk red kirin
17 tîrmeh, 2022   14:20
DÊRAZOR

Civîn li Navenda Perwerdeyê ya li bajarokê Sûsê li dar ket. Tê de gelek rûspî û endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di civînê de sekreterê giştî yê Kombûna Êlên El-Bû Kemal Hewas El-Casim axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: ''Di vê dawiyê de gefên dewleta Tirk zêde bûn. Divê em yekitiya xwe li hember van gefan pêk bînin.''

El-Casim destnîşan kir ku divê gelê herêmê dev ji axa xwe ber nede û li hember timayên dagirkeriya Tirk bibe bendeke asê û wiha domand: “Divê em ax û şerefa xwe ji dagirkeran biparêzin.”

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn Selah El-Selman di civînê de axivî û ev yek destnîşan kir: ''Niha em di şert û mercên dijwar re derbas dibin. Divê em bibin yek, nakokiyên xwe yên taîfî, êlî çareser bikin û xwe ji dijmin re amade bikin.''

El-Selam wiha pê de çû: “Divê şênî li rex şervanên QSD`ê li hember dagirkeriya hov bisekinin.”

Şêniyan jî, teqez kir ku ew amade ne li hember dagirkeriyê bisekinin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya civînê de rûspiyan desntîşan kir ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker red dikin û amade ne li hemberê bisekinin.

Tê bibîrxistin ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî li hemberê îro dê xwepêşandanek li dar keve û şên dê ji bajarokê Giranîc ber bi bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê ve bimeşin.

(şx)

ANHA