Balafira dewleta Tirk li Musilê li wesayîtekê da: 5 kesan jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN

Li gorî agahiyan, balafirek bê mirov a artêşa Tirk a dagirker li navçeya Telafer a girêdayî Musilê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Balafira dewleta Tirk li Musilê li wesayîtekê da: 5 kesan jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN
17 tîrmeh, 2022   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê ku agahiyên ji çavkaniyek ewlehiyê girtine, di saetên piştî nîvro de balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Dîcle ya navçeya Telafer a girêdayî Musilê wesayîtek bombebaran kir.

Heman çavkanî ragihand di encama êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, di nava wan de jinek jî heye.