Kesayetên siyasî piştgirî da hemleya haştagê ya girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê

Kesayetên siyasî piştgirî dan hemleya haştagê ya girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê.

Kesayetên siyasî piştgirî da hemleya haştagê ya girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê
Kesayetên siyasî piştgirî da hemleya haştagê ya girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê
Kesayetên siyasî piştgirî da hemleya haştagê ya girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê
17 tîrmeh, 2022   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî ya demokratîk û çapemeniyê, tê de tevlêbûna xwe ji haştaga "Qedexeye balafirên şer û balafirên Tirkiyê yên bi çek li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigerin" destnîşan kir. Haştag dê 23`yê vê mehê dest pê bike.

Siyasetmedaran bang li raya giştî kir ku zextê li civata navneteweyî bike da li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên wê bigirin.

Rojnamevanê sûrî û lêkolînerê siyasî yê li Londonê û pisporê kar û barên Rojhilata Navîn Xesan Îbrahîm di nameya xwe de wiha axivî: "Daxuyaniya partiyên erebî, kurdî û asûrî û pêkhateyên, ji bo xeteriya dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê û bikaranîna çekên giran wekî balafirên bê mirov ên bi çek ku bi dehan sivîlan dike hedef, hişyariyek e. Di encamê de hemû xeteriya hişmendiya Osmaniya nû ku Erdogan pê gefan li herêmê dixwe, nas dike. Li ser vê divê  civata navneteweyî tev bigere. Di heman demê de her sûriyek, erebek û kurdek berê xwe bidin parlamantoya dewletên ku lê dijîn da ku zextê li civata navneteweyî bike ku li dijî vê dagirkeriyê bisekine."

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr Rizgar Qasim jî di nameya xwe de wiha axivî: "Dewleta Tirk beriya du mehan gefan li herêma Rojava û bakurê Til Rifet û Minbicê xwarin û hewl dide li ser bingeha Mîsaqî Millî qada dagirkeriya xwe berfireh bike, lewma em Tevgera Nûjen a Kurdistanê bang li raya giştî, NY`yê û hêzên navneteweyî dikin ku asman li pêşiya êrişên hawayî yên Tirkiyê bigire û sînorekî jê re deyne, her wiha bang li wan dikin komîteyeke navbeykariyê di nav me û dewleta Tirk de ava bike ku bide xuya kirin kî sînorê kê binpê dike."

Mamosteya zimana kurdî û berpirsa Yekitiya Niştimanî ya Azad-Minbic Hêvîn Xoce jî bang li civata  navneteweyî kir ku li dijî gefên dewleta Tirk piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha nameya xwe dewam kir: "Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên me bisekinin û qedexeya asmanî ragihînin ji ber ku em dixwazin li Sûriyê bi awayekî aştiyane bijîn."

(eh)

ANHA