Şandeyeke fransî: Gelê me asta fedekariyên we dizane û bi we re ye

Di civîneke çapemeniyê ku li Qamişlo hate lidarxistin de şandeyeke frasî piştgiriya xwe bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da û anî ziman ku fedekariyên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane dizanin. Şandeyê bang li hemû dewletên demokrat kir ku ji bo rêgirtina li ber êrişên Tirkiyê bixebitin.

Şandeyeke fransî: Gelê me asta fedekariyên we dizane û bi we re ye
17 tîrmeh, 2022   13:30
QAMIŞLO

Şandeyeke fransî bi serokatiya Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner, nivîskarê pispor di karûbarên kurdî de Patrice Francesky, nivîskara fransî Roxana Damasionovy û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransa Xalid Îsa, serdana  Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm û malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo ve hate pêşwazîkirin.

Şande û malbatên şehîdan civîneke çapemeniyê li dar xist.  Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mahsûm Hesen bi xêrhatina şandeyê kir.

Piştre nivîskar Patrice Franceschi, hewldan û fedekariya şehîdan û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Her wiha got, “Hemû şehîdên vê mezargehê ji hemû pêkhateyan, Kurd, Ereb û Suryan in, ji bo parastina ewlehî û ewlehiya herêmê li hember çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk şehîd bûne."

Franceschi bang li hemû dewletên demokrat û dewletên garantor kir ku ji bo rêgirtina li ber êrişên nû yên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên siyasî û dîplomasî de kar bikin.

Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner berxwdan û fedekariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û got: "Bi navê hemû dostên we yên fransî, em rêzgirtina xwe li hemberî fedekariyên ku ji bo parastina nirxên mirovahiyê  hatine dayîn û hemû kesên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreş û xakê şehîd bûne, nîşan didin."

Kouchner anî ziman ku gelê Fransayê fedekariyên ku gelên herêmê dane dizane û li kêleka wê disekine û got: "Dema ku ez hatim vê mezarê min dît dayik û bavên şehîdan wêneyan şehîdan hildane, min nas kir ku ew bîranîn wê bimîne. Lê divê hûn bizanibin ku hevalên we li Fransa hene vê bîbranînê bi we re silav dike û sedema şehadeta keç û xortên we dizanin.''

Li gorî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê şande beşdarî komxebata navneteweyî bibe ku dê 19'ê Tîrmehê ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve bi diruşma "19'ê Tîrmehê destkeftî, astengî û aso" were lidarxistin.

ANHA