Zanîngeha Rojava: Em ê tevî şervanên xwe ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin

Xwendekar, mamoste û rêveberên Zanîngeha Rojava piştrast kirin ku ew ê ji bo şikandina êrişên li dijî herêmê bi şervanên xwe re bibin yek û dê heta dawiyê ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin. Her wiha banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Zanîngeha Rojava: Em ê tevî şervanên xwe ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin
17 tîrmeh, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekar, mamoste û rêveberiyên Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rê û rêbazan berdewam dikin. Hemû nirxên mirovî û sincî bin pê dike. Armanc ew e ku Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî statuyekê ava nekin.

Her ku gefên Tirkiyê zêde dibin, metirsiya şaneyên DAIŞ`ê û belavkirina îdeolojiya wê ya tarî zêdetir dibe. Gelên ku bi saya yekitî û hevgirtinê rêveberiyek ava kirine û destkeftiyên mezin bi dest xistine, di bin metirsiyên mezin de dijîn.”

Li aliyekî din bal li ser kiryarên li herêmên dagikirî hat kişandin û hate gotin: “Ew herêm bûne spartgehên serçeteyên DAIŞ`ê, her wisa bûne qada pevçûna di navbera komên çete de. Bûyerên wekî îşkence, kuştin û koçberkirinê li dar in. Her wiha kiryarên guhertina demografîk ku bi awayekî sîstematîk li dijî welatiyên resen û ewlehiya herêmê pêk tîne.”

Hate bibîrxistin ku di dewleta Tirk ji valahiya siyasî ya li cîhanê û mijûlbûna wê bi şerê Rûsiya-Ukraynayê sûdê werdigire û dixwaze qada dagirkeriya xwe firehtir bike û parçeyên din ji xaka Sûriyê tev li sînorên xwe bike.

Dewama daxuyaniyê wiha ye:

Bêdengiya civaka navdewletî, sazî û dezgehên ku di vî aliyî de xwedî rol in, bi Tirkan re dibin alîkar. Bi projeyên êrişkar ên Erdogan ku dem bi dem erêkirinê ji hêzên xwedî rol digire û bi rêya dron û firokeyên bêpîlot sivîl û herêmên biewle ji xwe re dike armanc.

Lewre divê em hemû li gorî hizira berxwedan û biratiya gelan tev bigerin û bi hemû hêza xwe li hember vî dijminê bêbext rawestin û nehêlin ku ew planên xwe yên qirêj ser herêmên me pêk bîne.

Em mamoste, xwendekar û rêveberên Zanîngeha Rojava û li seranserî erdnîgariya Rojava, em ê li gorî daxwaza şehîdan û pêkanîna hêviyên wan ên azadî û demokrasiyê tev bigerin, em ê bi şervanên xwe re bibin yek û ji bo şikandina êrişên li dijî herêmên me, em

ê li pişta hêzên xwe yên leşkerî bin. Em ê heta dawiyê ewlekarî û rûmeta xwe biparêzin.

 Her wisa em bang li hemû sazî, dezgeh û hêzên navdewletî dikin ku bi awayekî durist nêzîk

bibin û ewlehiya bi hezarên sivîlên ku îro li van herêman dijîn biparêzên û ji bo sepandina

vê yekê pêwîst e ewlehiya asîmanî û qedexeya firîna balefiran li ser esîmanê herêmên me pêk were, da ku ji Erdogan re bibe rêgir, ku her tim dixwaze bi rêya êrişên xwe koçberî û êşên vî gelî zêde bike.”