Li Dêrikê 6 pirtûk hatin nasandin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şahiya îmzekirina 6 pirtûkan li Xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Li Dêrikê 6 pirtûk hatin nasandin
Li Dêrikê 6 pirtûk hatin nasandin
Li Dêrikê 6 pirtûk hatin nasandin
Li Dêrikê 6 pirtûk hatin nasandin
16 tîrmeh, 2022   18:53
QAMIŞLO

Bi dehan rewşenbîr, wêjevan û nivîskar di şahiyê de amade bûn.

Pirtûkên ku hatin îmzekirin; “Tarîx Qamişlo” ya nivîskar Konê Reş, “Qesaid Menzûra Lil-Rîh” a nivîskar Ebdulmecîd Qasim, “Sir El-Beqa” ya nivîskar Omer Ferso, “Fî Îrtîtam El-Cîhat” a nivîskar Mihemed Baqî Mihemed, “Tîpên Qûmê” ya nivîskar Luqman Ebdurehman, “Danên Bi Çêja Peyva Destpêkê” ya nivîskar Kemal Necim.

/kr/uploads/files/2022/07/16/185439_.webp

Di şahiyê de endamê HRRK'ê Ehmed El-Huseynî ji ajansa me re wiha axivî: “Çalakiya îmzekirina pirtûkan cara yekemîn e li kantona Hesekê, cara duyemîn li Qamişlo û îro li bajarê Dêrikê tê lidarxistin. Armanc ji çalakiyê ew e ku şeş pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî ji bo xwîneran werin pêşkêşkirin û pirtûkên bi zimanên herêmê yên cuda ji wan re werin peydakirin.”

El-Huseynî diyar kir ku pirtûkên ku hatin îmzekirin şeş in, çar erebî û du jî kurdî ne, ku hemî jî ji aliyê HRRK'ê ve hatin çapkirin.

Di dawiya şahiyê de pirtûk diyarî beşdaran hatin kirin.

(mh)

ANHA