Nûnertiya Kongra Star a Başûr semînerek li ser rola jinan di şoreşa Rojava de da

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê ji bo salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînerek li Silêmaniyê organize kir.

Nûnertiya Kongra Star a Başûr semînerek li ser rola jinan di şoreşa Rojava de da
16 tîrmeh, 2022   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li ofîsa xwe ya Silêmaniyê bi boneya  salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava semînerek da.

Di semînera ku gelek jin têde amadebûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre peyama Kongra Star ji aliyê Silava Silêman ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin, “Em dizanin sînorên destkird nikarin bandorê li ser dil û mejiyê me bike. Hûn kesayet û jinên Kurdistanê ne, ji bona wê li her cihek êşek hebe dilê we dêşe. Li her cihek êriş hebe hûn xwedî helwestin.  Li her cihek berxwedan bi pêşkeve hun dengê têkoşînê bilind dikin. Ev jî helwestek netewî ye.”

Piştre Nûnera Kongrz Star Lêman Şiwêş jî axivî û got, “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bingehê rêxistinbûna jina Kurd hebû. Ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe şoreş li ser wî bingehî çêbû ku armanca wê serkeftina îradeya jin û gelê Kurd bû. Cûdahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hemû şoreşên din ew e ku jin di şoreşa Rojava de nûnertiyê dikin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Li beramberî hêzek tundrew wek DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedaniyek bê hempa hat kirin. Ev yek jî bi îradeya jina azad pêk hat. Yek ji serkeftinan jî rakêşana bala cîhanê ya ji bo têkoşîna jina Kurd bû.”

Piştî axaftinan têkildarî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sinevizyonek hat nîşandan û jinên tev li semînerê bûn jî pîrozbahî li nûnertiya Kongra Star kirin.