Saziya Newroz 2 şaxên nû li Qamişlo vekirin ‎

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 şaxên nû yên Saziya Newrozê li ‎Qamişloyê vekirin da ku pêdiviyên gel ‎yên madeyên xwarinê bi buhayên guncaw peyda bike.‎

Saziya Newroz 2 şaxên nû li Qamişlo vekirin ‎
16 tîrmeh, 2022   13:30
QAMIŞLO ‎

Li gel daketina nirxa lîreya sûrî li hember dolar ku di encama wê de buhaya madeyên ‎xwarinê yên bingehîn bilind bûn û ji bo ku barên li ser welatiyan werin sivikkirin, Desteya Aborî ‎ya Rêveberiya Xweser îro 2 şaxên nû yê Saziya Newroz li beşên rojava û rojhilatê Qamişlo vekirin.

‎

Ev sazî madeyên xwarinê yên bingehîn weke zeyt, şekir, birinc û madeyên paqijiyê ‎û hwd bi buhayên guncaw peyda dike. ‎

Ji ber daxwazên zêde li ser şaxa yekem, şaxên din bi amadebûna malbatên şehîdan, ‎endamên saziyên sivîl hatin vekirin. Dayika şehîd Fadil Mihemed ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, Hemdiye Mihemed deriyê şaxê ya li beşa rojava vekir û hevjîna şehîd ‎Ekrem El-Elî Fatme Mehmûd deriyê li beşa rojhilat vekir.‎

Şaxê rojava li kêlka parka sûka Hetîn û yê rojhilat jî li çerxerêya taxa Elaya ye.‎

Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Hediye Elî destnîşan kir ku armanc ji vekirina du ‎şaxên nû yên saziyê ew e ku pêdiviyên bingehîn ên welatiyan bi buhayên guncaw peyda bikin.‎

Şaneya aloziyê ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye piştî cezayên Amerîka li dijî Sûriye ava kir, şaxên din ên Saziya Newrozê li Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye vekirin û destekdayîna wê bi madeyên xwarinê yên bingehîn kir.‎

(dm)

ANHA