Yekitiya Parêzeran banga girtina qada hewayî kir

Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê şaxê Helebê bang li civata navneteweyî û  dewletên mezin kir ku ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin, her wiha bang li sûriyên li hundir û derve kir ku  ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk û muhasebekirina wê li ser sûcan ku dike, di nava çalakiyan de bin.

Yekitiya Parêzeran banga girtina qada hewayî kir
16 tîrmeh, 2022   13:28
HELEB

Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî li ber êrişan dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê şaxê Helebê daxuyaniyek li pêş navendê ya li beşa rojhilat a taxa Şêmeqsûdê da.

Hevseroka yekitiyê Nûr Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ruxmî gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî yên ji bo ku dewleta Tirk pabendî her du peymanên agirbestê ku di Cotmeha 2019’an de îmze kirin û tu êrişeke leşkerî ya nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neyne, lê ev daxuyanî ji hêla dewleta Tirk ve ku êrişî gelên herêm dike tên binpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û topbaranên li dijî bajar, bajarok û gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê kiryarên sîuqastkirinê li dijî welatî û siyasetmedaran pêk tîne. Her dawî jî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir hedef.

Yekitiyê di daxuyaniyê de da zanîn ku ruxmî daxuyanî û helwestên navneteweyî ji dewleta Tirk re ku divê gef û êrişên xwe rawestîne, lê ew di projeya xwe ya berfirehkirina herêmî de berdewam e, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û di êriş û dagirkirina wan herêman de sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîn û demografiya herêmê diguhere.

Yekitiyê eşkere kir ku ji ber nebûna tu helwesteke navneteweyî ya tund li dijî dewleta Tirk ku wê li ser binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî muhsebe bike, van sûcan dike.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li Rûsya û dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de kir ku zextên giran li dewleta Tirk bikin, qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin da ku tu êrişeke nû pêk neyê û nebe sedema azarên bi milyonan welatiyan.

Di dawiyê de yekitiyê bang li sûriyên li hundir û derve kir ku çalakî û hemleyên xwe yên zextkirinê ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk û muhasebekirina wê li ser sûcan berdewam bikin.

(fr)

ANHA