Hêzên parêzvanên Minbicê: Li dijî êrişan em ê eniya berxwedanê berfireh bikin

Hêzên parêzvanên Minbicê tekez kirin ku ew ê ji bo rêgirtina li êrişeke dagirkeriya Tirk eniya xwe ya berxwedanê berfirehtir bikin. Her wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li kêlek şervanên xwe bisekinin.

Hêzên parêzvanên Minbicê: Li dijî êrişan em ê eniya berxwedanê berfireh bikin
16 tîrmeh, 2022   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Fermandariya Giştî ya Ceyş Siwar, Fermndariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet Ekrad daxuyaniyeke hevpar dan û tekez kirin ku eger êrişek bi ser gel de were, dê hêzên wan bibin navnîşana lehengî û berxwedanê.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mistefa "Ebû Adil" li pêşiya navenda meclisê ya li bajarê Minbicê û bi beşdariya fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê, Ceyş Siwar û Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em şer naxwazin, lê ger êrişeke bi ser gelê me de were, dê hêzên me navnîşana lehengî û berxwedanê bin. Gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Minbic, Til Rifet û Kobanê ji 23`yê Gulanê ve dewam dikin. Ew di çarçoveya planeke dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên din ên sûriyê, tirkkirina wan û guhertina binesaziya mirovî û qirkirina etnîkî de pêk tê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê hate destnîşankirin ku hincetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca destpêkirina operasyoneke nû, binpêkirina peymana 2019`an e û modela demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Her wiha wekî hewldana parçekirina Sûriyê, dagirkirina bakurê welat û rêgirtina li pêş çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê hate binavkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji dema rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ve, gundên nêzî eniyên şer rojane têne topbarankirin û sivîl û leşker dibin qurbanî, mal têne hilweşandin, mizgeft û dibistan û saziyên din têne xirabkirin."

 Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên Tirkiyê rasterast bandorê li şerê hêzên wan ê li dijî DAIŞ`ê dike û gotin, “Ev gef hewldanên me yên tevî civaka navneteweyî yên li dijî DAIŞ`ê li herêmê, dikin armanc.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker lawaziya helwestên navneteweyî yên li hember gefan, fersend dibîne û wiha pê de çû: “Ev yek berpirsiyariyeke mirovî û exlaqî û qanûnî dixe ser milê civaka navneteweyî. Herêmên dagirkirî bûne navenda çeteyên DAIŞ`ê, kuştina seçete Mahir El-Aqal e vê dawiyê li Efrînê û serçeteyên din ên DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst vê yekê radixe pêş çavan.”

Hêzên parêvanên Minbicê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku artêşa Sûriyê hêzên xwe li ser sînor û eniyên şer bi cih kirine û ev hêz dê bi çekên giran li ser xeta eniya şer bê xurtkirin û ev yek bi koorîndeya Rûsyayê tê kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em ê hewl bidin rê li êrişan bigirin, lê ger êrişeke pêk were, em ê bersivê bidin. Dê bersiva me berxwedaneke lehengane be, di dirêjahiya salên borî de me hêzên xwe û amadekariyên xwe yên leşkerî xurt kirin. Niha hêzeke me ya parastinê ya mezin heye. Em ê eniya berxwedanê berfireh bikin û rê li êrişeke Tirkiyê bigirin.

Ji ber piştgiriya wan ji me hêzên me re, em spasiya şêniyên Minbicê, hemû pêkhate û eşîrên wê dikin.

Em bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li kêlek şervanên xwe bin. Em bang li hemû aliyên siyasî dikin nakokiyên xwe bidin aliyekî û berpirsiyariyên xwe yên nîştimanî pêk bînin.”

(eh)

ANHA