Encamnameya serdana Biden ji Erebistana Siûdî re

Amerîka û Erebistana Siûdî di daxuyaniya hevbeş de sozên xwe yên pabendbûna bi "desteka hevsengiya sûkên petrolê yên cîhanê" nû kirin, her wiha her du aliyan bal kişand ser "pêwîstiye sekna li hember destwerdanên Îranê û astengkirina bidestxistina wê ya çekên nukleerî".

Encamnameya serdana Biden ji Erebistana Siûdî re
16 tîrmeh, 2022   09:41
NAVEDAN NÛÇEYAN

Piştî serokê DYA’yê Jeo Bendin dan û standin bi mîrê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulazîz û mîrza Mihemed bîn Selman re kirin, daxuyaniyeke hevbeş da. Hate daxuyandin ku her du aliyên li ser girîngiya berdewama geşkirina hevkariya stratejîk li hev kiriye, ji ber ku ew yek xizmetî berjewendiyên her du hikumetan û gelên Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dike.

Di aliyê enerjiyê de, her du aliyên bal kişand ser girîngiya hevkariya stratejîk a aborî û fînansekirinê, nexasim li gel krîza Ukraynayê û bandorên wê. Her wiha her du aliyan sozên xwe yên pabendbûna bi îstîqrara sûkên enerjiya cîhanê nû kirin. DYA’yê pabendbûna Erebistana Siûdî bi desteka ji hevsengiya sûkên petrolê yên cîhanê ya ji bo pêkanîna geşkirina aboriya mayînde, pêşwaz kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Siûdî, her du aliyan li ser şêwirên der barê birêxistinkirina sûkên enerjiya cîhanê bi demên dirêj û kurt li hev kir, her wiha dê wek hevkarên stratejîk bi hev re însiyatîfên avhewa û veguhastina enerjiyê pêk bînin.

Her du aliyan bal kişand ser pêwîstiya sekna li hember destwerdanên Îranê di kar û barên dewletan de û destekdayîna wê ji terorê re bi rêya komên çekdar ên girêdayî wê. Ji ber ku ew yek ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev dike û divê Îran çekên nukleerî wernegire.

(fr)